Karsaz Rahmî Koç li Îzmîrê di vekirina nexweşxaneyekê de bi zimanekî zayendperest jinên Kurd hedef girt. Jinên ku bertek nîşanî Koç dan. Ji koç hate xwestin ku lêborînê bixwaze.
Serokê Rûmetê yê Koç Holdîngê Rahmî Koç li Balçovaya Îzmîrê di vekirina Nexweşxaneya Amerîkî de heqaret li jinên Kurd kir. Kêliya ku Rahmî Koç henek û heqaretê li jinên Kurd kir, Serokwezîrê AKPyî yê berê Bînalî Yildirim jî bi heneka genî dikene.
Piştî ku ev dîmenê Rahmî Koç ê nijadperest li ser medya dîjîtal belav bû, gelek kesan nerazîbûn nîşan da û ev yek wek nijadperestiya li hemberî Kurdan şîrove kir. Di nerazîbûnan de ji Rahmî Koç hate xwestin ku divê i gelê Kurd lêborînê bixwaze.
Meclîsa Jinan a DEM Partiyê jî destnîşan kir ku ev yek nîşan dide desthilat û sermayedar bê çawa di ser dijminatiya li hemberî Kurdan û jinan xwe xwedî dikin û wiha got: “Qethiyen em ê nehêlin ev di bin navê mîzahê de bê rewakirin.”
Endama heyeta Îmraliyê û parlamentera Wanê Pervîn Bûldan: Qet fedî û ar tune ye. Rezalet e.
Parêzer Eren Keskîn jî bilêv kir ku ev rezalet e.













