Îranê di çarçoveya êrişên bi hinceta Îsraîl-Amerîkayê de cardin êrişî Balafirgeha Herîr ya Hewlêrê kir.
Şerê Îsraîl, DYA û Îranê di roja 6emîn de berdewam dike. Êrişên Îranê yên bi hiceta bersivdayînê zêdetir Herêma Kurdistana Federal hedef digirin. Şevê din jî cardin ligel Balefirgeha Herîr a Hewlêrê gelek deverên din rastî êrişan hatin. Bi taybetî Balefirgeha Herîr ku Baregeha Hêzên Hevpeymaniyê lê ye, gelek caran rastî êrişan hat. Di seatên zû yên sibehê de jî li nêzîkî balafirgehê dengê teqînek mezin hat bihîstin.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên balefirgehê ve hate girtin, bi rêya dronekê êriş pêk hatiye bes ji hêla pergala esmanî ve hatiye astengkirin.













