Aktivîstên TJAyê ji bo mitînga 8ê Adarê ya ku dê sibê li bajêr bê lidarxistin belavok belavkirin û banga tevlêbûnê kirin.
Aktivîstên TEvgera Jinên Azad (TJA) ji bo mitînga 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê ku dê sibê saet di 12.00an de li Parka Musa Anter a Wanê bi dirûşma “Bi berxwedanê azad dibin, civaka demokratîk rêxistin dikin” bê lidarxistin, li navenda bajêr bi erbaneyan derketin qadan û belavok belavkirin. Jinan hemû jin vexwandin mîtînga 8ê Adarê ya ku sibê pêk were. Cîgira Seroka Meclîsê û Endama Şandeya Îmraliyê Pervîn Bûldan, Parlamentera Wanê Gulderen Varli û gelek jin beşdarî belavkirina belavokan bûn. Belavkirina belavokan a ku li Kolana Cumhuriyetê dest pê kir, li ber Wan AVM’ê bi dawî bû.














