Çawişê pispor Mûsa Gezer êriş malbata jina ku pêre zewicî bû kir û tevî jina pêre zewicî bû 4 kes kuştin.
Li Taxa Beşevlerê ya ser bi navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê çawişê pispor Mûsa Gezer, ji ber sedemeke ku hîn nehatiye diyarkirin, bi çekê êrîş endamên malbata jina ku pêre zewicî bû kir ku tê gotin di merheleya hevberdanê de bûne. Di encama êrîşê de jina ku bi çawişê pispor re zewicî bû Gulşen Gezer, dayik Habîbe Demîr, bira Gurkan Demîr û xwişk Denîz Demîr jiyana xwe ji dest dane.
Hat ragihandin ku çawişê pispor Mûsa Gezer ê ku tê diyarkirin êrîş pêk aniye jî di dema bûyerê de bi giranî birîndar bûye û ew rakirine nexweşxaneyê.







