• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
23 NÎSAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Wanê şahiya 22yê Nîsanê: Heqîqet mîrateya herî mezin e

    Li Wanê şahiya 22yê Nîsanê: Heqîqet mîrateya herî mezin e

    Serdana kesên ku malên wan zirar dîtibûn hate kirin

    Serdana kesên ku malên wan zirar dîtibûn hate kirin

    Tenduristiya rojnamegerê girtî Qareman di xeteriyê de ye

    Tenduristiya rojnamegerê girtî Qareman di xeteriyê de ye

    Piştî 29 salan girtîgehê derket: Bi serbilindî ji zindanê derketim

    Piştî 29 salan girtîgehê derket: Bi serbilindî ji zindanê derketim

    Şaredarê Eşmeyê Tozan ji wezîfeyê hate dûrxistin

    Şaredarê Eşmeyê Tozan ji wezîfeyê hate dûrxistin

    Rojnamegerê girtî Şêrwanî dest bi greva birçîbûnê kir

    Rojnamegerê girtî Şêrwanî dest bi greva birçîbûnê kir

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Li Wanê şahiya 22yê Nîsanê: Heqîqet mîrateya herî mezin e

    Li Wanê şahiya 22yê Nîsanê: Heqîqet mîrateya herî mezin e

    Serdana kesên ku malên wan zirar dîtibûn hate kirin

    Serdana kesên ku malên wan zirar dîtibûn hate kirin

    Tenduristiya rojnamegerê girtî Qareman di xeteriyê de ye

    Tenduristiya rojnamegerê girtî Qareman di xeteriyê de ye

    Piştî 29 salan girtîgehê derket: Bi serbilindî ji zindanê derketim

    Piştî 29 salan girtîgehê derket: Bi serbilindî ji zindanê derketim

    Şaredarê Eşmeyê Tozan ji wezîfeyê hate dûrxistin

    Şaredarê Eşmeyê Tozan ji wezîfeyê hate dûrxistin

    Rojnamegerê girtî Şêrwanî dest bi greva birçîbûnê kir

    Rojnamegerê girtî Şêrwanî dest bi greva birçîbûnê kir

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li Êlihê mitînga 8ê Adarê: Divê jin ji bo azadiya birêz Ocalan têkoşîna xwe xurttir bikin

Êlih / AW

7 ADAR 2026 - 16:32
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
Di pêşengtiya TJA û DEM Partiyê li Êlihê bi boneya 8ê Adarê mitîngek hate lidarxistin. Beşdarên ku di mitîngê de axivîn, destnîşan kirin ku divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bilez azad bibe û gotin: “Divê jin ji bo misogerkirina azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan têkoşîna xwe xurttir bikin.”

Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi boneya 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li Xaçerêya Dortyolê ya Êlihê mitîngek li dar xist. Tevî barîna barana zêde jî, jin bi cilên xwe yên gelêrî bi pankarta “Em bi berxwedanê azad dibin, civaka demokratik dihûnin” û bi çepikan ketin qadê. Jinên ku qada mitîngê tijî kirin û xwe bi rengên kesk û sor û zer xemilandin, pir caran diruşmên wekî “Jin jiyan azadî” , “Bijî berxwedana gelê Kurd” û “Jin jiyan azadî azad bike Rêbertî” berz kirin.

‘Em bang li her kesî dikin ku ji bo yekîtîya jinên Kurd şer bikin’

Mizgîn Irgat a li ser navê Platforma Yekîtiya Jinên Kurd a Bakur axivî, wiha got: “Jinên Kurd di her warê jiyanê de îradeyek xurt nîşan didin. 8ê Adarê ya îsal pir girîng e. Saleke ku yekîtiya gelê Kurd xurt bûye. Li dijî kesên ku dixwazin Kurdan parçe bikin, Kurd li kolanan bersiv didin. Bi yekîtî li ber xwe didin. Gelê Kurd ê Rojava û Rojhilat yekîtiya xwe îlan kiriye. Em careke din ji vir dibêjin; Gelê Kurd sînor û fermanan nas nake. Em bi nasnameya xwe, hebûna xwe, zimanê xwe û çanda xwe li vir in. Werin em li Heskîfê binêrin. Em ê helwesta xwe li dijî kesên ku vir talan dikin nîşan bidin. Em ê li her derê cîhanê bi yekîtiyê li ber xwe bidin. Em bang li her kesî dikin ku ji bo yekîtîya jinên Kurd şer bikin. Ev sedsal sedsala jinên Kurd e. Wekî berê em ê dîsa rolek pêşeng bilîzin. Têkoşîna Birêz Ocalan ji bo demokrasiyê ye.”

‘Dema azadiya fîzîkî ya Ocalan e’

Aktivîsta TJAyê Çîmen Fîdan a pişt re axivî jî wiha got: “Axa Mizgîn û Egîd, axa berxwedanê tevî barana zêde jî li qadan e. 8ê Adarê li kesên ku di girtîgehan û li qadên azad de li ber xwe didin pîroz be. Îsal em di serdemeke dîrokî de bi 8ê Adarê re rû bi rû ne. Em di rojên ku şerê sêyemîn ê cîhanê diqewime re derbas dibin. Di êrişan de destkeftiyên jinan tên hedefgirtin. Em bi şerekî ku jinan hedef digire re rû bi rû ne. Ev rewş li Rojava û Rojhilatê çêbû. Li hember van êrîşan, jinan bi ruhekî komunal bi berxwedanê rabûn ser piyan. Jinan koletî qebûl nekirin û ew ê qebûl nekin. Birêz Ocalan di têkoşîna aştî û demokrasiyê de gavên dîrokî avêtin. Di pêvajoya ku wî ji bo avakirina aştiyek bi rûmet da destpêkirin de bal kişand ser pêşengiya jinan. Vê yekê moralek mezin da jinan. Divê jin têkoşîna ji bo misogerkirina azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan xurttir bikin. Divê gav werin avêtin da ku bi lez azadiya Birêz Ocalan misoger bibe.”

‘Kurd jiyaneke wekhev dixwazin’

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan jî diyar kir ku jin pêşeng, kedkar û berxwedêr in û wiha got: “Di tevahiya dîroka xwe de, Kurdan qet şer nexwestiye. Li hember êrişan tu caran bi paş ve gav neavêtine û her tim li ber xwe dane. Êlih jî bajarekî xwedî dîrokeke berxwedanê ye. Yên ku dixwazin yekîtiya gelê Kurd têk bibin, li dû provokasyona ne. Helwesta me ya li dijî wan eşkere ye. Em ê nekevin nav lîstikên wan. Werin em ji vir silavan ji Birêz Ocalan re bişînin. Birêz Ocalan di vê pêvajoyê de qala pêşengtiya jinan dike. Em ê pêşengên pêvajoyê bin. Em ê aştiyek bi rûmet ava bikin. Yên ku ji rengê me, zimanê me, çanda me û nasnameya me ditirsin, bi tirsonekî êriş dikin. Me kesî nexapandiye û em ê nehêlin kes me bixapîne. Divê gelê Kurd û hemû gel xwedî li vê pêvajoya dîrokî ya girîng derkevin. Şaredariya Êlihê bi dengên rekor bû ya gel. Lê yên ku nikarin vê yekê tehemûl bikin, wekîlek tayîn kirin. Em ê heta ku ev hişmendiya îradeya jinan nas nake biguhere, têbikoşin. Gelê Kurd ji bo avakirina wekheviyê ji bo hemû gelan têdikoşe. Kurd jiyaneke wekhev dixwazin.”

‘Werin em bi hev re aştiyê ava bikin’

Ayşegul Dogan qala girîngiya 8ê Adarê ya ji bo jinan kir û wiha axivî: “Me bi 3 kesan dest pê kir û gihiştin milyonan. Em ê bi vî ruhî biçin Nevrozê. Em ê berdewam bikin ku meydanan tijî bikin. Li Rojava, Rojhilat, jinên Kurd li dijî pergala înkar û wêrankirinê li ber xwe didin. Ew pêşeroja hemû jinan rizgar dikin. Ew sedsala jinan ava dikin. Werin em jiyaneke nû bi rûmet û wekhev ava bikin. Bila kes nemire, bila kes koç neke, bila înkar, wêrankirin û asîmîlasyon çênebe. Jin pêşengên destkeftiyên ku di 50 salên dawî de hatine bidestxistin in. Ji bo dayikan pir girîng e ku zimanê xwe biparêzin û di her şert û mercî de pêş bixin. Jinên ku 50 sal in pêşengên têkoşînê ne, dê pêşengên aştiyê jî bin. Bes e ku mirov jiyana xwe winda bikin. Werin em bi hev re aştiyê ava bikin.”

Piştî axaftinan, Koma Jin Mayê derket ser dikê û stranan gotin. Mitîng li ber stran û gerandina govendê bi dawî bû.

Etîket: 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Jinên Amedê: Fikrên birêz Ocalan asoya jinan fireh dike û ji bo jinan dibe hêz

Jinên Amedê: Fikrên birêz Ocalan asoya jinan fireh dike û ji bo jinan dibe hêz

9 ADAR 2026
Jin li Colemêrgê meşiyan: Êdî jin pêşeng in

Jin li Colemêrgê meşiyan: Êdî jin pêşeng in

8 ADAR 2026
Li Enqereyê bi hezaran jin meşiyan: Em ê pergala desthilata zilam biguherînin

Li Enqereyê bi hezaran jin meşiyan: Em ê pergala desthilata zilam biguherînin

8 ADAR 2026
Jinan li Mûşê 8ê Adarê pîroz kir

Jinan li Mûşê 8ê Adarê pîroz kir

8 ADAR 2026
Li Îdirê jin civiyan: Têkoşîna jinan li her derê ye

Li Îdirê jin civiyan: Têkoşîna jinan li her derê ye

8 ADAR 2026
Li Stenbolê mitînga 8ê Adarê: Divê ewilî birêz Ocalan azad bibe

Li Stenbolê mitînga 8ê Adarê: Divê ewilî birêz Ocalan azad bibe

8 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Tulay Hatîmogullari: Pêvajo di qonaxeke krîtîk de ye divê qanûn bên çêkirin

    Tulay Hatîmogullari: Pêvajo di qonaxeke krîtîk de ye divê qanûn bên çêkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Poyraz: Ewropa li benda zagonan, civak li benda mafê hêviyê ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Roza Metîna: Em ê her dem rastiyan bişopînin
    Ayşegul Dogan: Divê hemû rojnamegerên girtî bên berdan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji çalakvanên Berxwedana Hîlwan-Sêwregê Îsmaîl Agaç jiyana xwe ji dest da

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rojnamegeran ji bo doza Nedîm Orûç banga piştevaniyê kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Wanê hovîtiya polîsan: Bi îşkenceyê poz û diranên ciwanekî şikandin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Dogan Hatûn: Werin em bi hev re dengê xwe bilind bikin û pirsgirêkan çareser bikin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 22yê NÎSANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Wanê şahiya 22yê Nîsanê: Heqîqet mîrateya herî mezin e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • PENa Kurd û KNK: Roja Rojnamegeriya Kurdî pîroz be

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • NÎSAN 2026 (785)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne