* Rojhilatê Kurdistanê bi rûberê xwe yê berfireh, nifûsa xwe ya ji 10 mîlyonî zêdetir û çavkaniyên xwe yên enerjiyê, îro li Rojhilata Navîn wekî keleha hişmendiya neteweyî derdikeve pêş. Her bihosta vê axê, bi deng û rengê kurdewariyê hatiye neqişandin.
* Rayedarên Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê li ser perwerdehiya Kurdî heta niha gelek hevdîtin kirin lê xalên esasî yên mijarê hê jî zelal nebûne. Aliyê Kurd di perwerdehiya zimanê zikmakî de israr dike û Şam jî hewl dide Kurdî wekî hêmanek çandî tenê bi hînkirina ziman sînordar bike. Jêrkomîteya ji bo zelalkirina perwerdehiyê hatiye avakirin di civîne herî dawî de mijar hewaleyî komîteya bilind kir.
* Jinên Amedê yên tev li mitînga 8ê Adarê bûn diyar kirin ku ew spasiya Rêberê Gelê Kurd dikin û ev têkoşîna wan ji bo azadiyê ye û gotin: “Fikrê Rêberê Gelê Kurd asoya jinan fireh dike û ji bo jinan dibe hêz. Li her derê koletî heye, lê li dijî wê jî têkoşîna me jî heye. Me bawerî aniye ku em ê vê koletiyê bişkînin û azadiya jinên Kurd mîsoger bikin.”
* Bi beşdariya Hevserokên Giştî yên DBPê Çîgdem Kiliçgun Ûçar û Keskîn Bayindir û Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan dê li Sumerparkê ya Amedê Deklarasyona Newrozê bê eşkerekirin. (11:00)
* Li Stenbolê jî bi beşdariya Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatimogullari dê li hotelek li Semta Floryayê deklarasyona Newrozê bê eşkerekirin. (13:00)
Kirmanckî
* Fadîma Tûnçe endî bîya pîr, mîyanê xo bîyo xuz verba cêr şîya, reyna zî fek xebatî ra neverdo ra. Weşîya xo Erzingan de ramnena û vana, “Ez bîya nêbîya mîyanê mal û dewarî de bîya. Heta ke rû mide bî ez gurîyena.”













