* Di dîroka Kurdan de jenosîda herî biêş “Komkujiya Helebceyê” bû. Di encama vê komkujiyê de herî kêm 5 hezar kesan jiyana xwe ji dest dane û nêzî 10 hezar kesan jî birîndar bûne. Yek jî encama herî biêş ya vê komkujiyê ew e ku gelek zarokên ji malbatên xwe qut bûne an jî malbatên wan jiyana xwe ji dest dane, winda bûne û hê jî aqûbeta bi dehan zarokan nehatiye zelalkirin.
* Li Rojhilatê Kurdistanê ku her sal li bajarên wekî Sine, Kirmanşan, Seqiz û Mahabadê û herî dawî bi tevlêbûna girseyî ya Urmiyeyê bi milyonan Kurd bi kincên neteweyî û govendên xwe yekrêziya xwe nîşanî Newrozê didin. Lê belê îsal Kurdên Rojhilat di bin atmosfera şer de pêşwaziya Newrozê dikin.
* Mazlum Dogan di 21ê Adara 1982yan de bi sê darikên niftikê li dijî îşkence û zilmê bi gotina ‘Berxwedan rê li ber serkeftinê, teslîmiyet rê li ber xiyanetê vedike” bedana xwe dide ber agir û dibe Kawayê hemdem. Êdî li her qadên Newrozê navê Mazlum Dogan olan dide û ruhê berxwedana wî zindî tê hiştin.
* Hevberdevkê TUAY-DERa Enqereyê Şîrîn Altay diyar kir ku bi destpêkirina pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk re zextên li ser girtiyan berevajî pêvajoyê zêdetir bûne û got: “Atmosfera aştiyê ya li derve di girtîgehan de tune ye. Girtiyên nexweş nayên berdan û Lîjneya Çavderiyê jî berdana girtiyan taloq dikin.”
* Kedkarê çapemeniya azad Osman Kiliç li Hollandayê koça dawî kir. Rêheval û hevpîşeyê wî rojnameger Mistefa Rêzan, Osman Kiliç wekî “akademiya ragihandinê” pênase kir û got: “Wî bi ruhekî enternasyonalîst pira heqîqetê ya di navbera Kurdistan û cîhanê de ava kir.”
* Cenazeyê rojnameger Osman Kiliç ê ku li Ewropayê jiyana xwe dest dabû dê li gundê Zoqeydê yê Misircê bê veşartin.
* Cenazeyê kedkarê çandê Evdirrehman Zal (Gecîken) piştî merasîma li Çand Amedê bê lidarxistin dê li Goristana Yenîkoyê ya Amedê bê veşartin. (09:00)
* Li Nisêbînê, Kopê, Xelfetiyê, Meletiyê û Misircê dê Newroz bê pîrozkirin. (12:00-17:00)
* Xizmên Windayan û Şaxa ÎHDa Amedê û Êlihê dê çalakiya xwe ya bi dirûşma “Bila winda bên dîtin kiryar bên darizandin” bidomînin. (12:00)
* Dayikên Şemiyê dê di heftaya 1094emîn de çalakiya xwe li Qada Galatasarayê bidomînin. (12:00)
* Li Şaxa Egîtîm Senê ya Jimara 1ê ya Îzmîrê dê ji bo bîranîna helbestvan Ehmed Huseynî bernameyek bê lidarxistin. (12:00)
* Şaxa ÎHDyê ya Îzmîrê dê çalakiya xwe ya ji bo girtiyên nexweş pêk tîne li ber Sumerbanka kevn a Konakê bidomîne. (13:00)
* Şaxa Egîtîm Senê ya Wanê dê li Baroya Wanê li eywana konferansê ya Tahîr Elçî, merasîma xelatên Pêşbirka Çîrokên Jinan a Rojîn Kabaîşê li dar bixe. (19:30)
* Rêxistina DEM Partiyê ya Stenbolê li navçeyên Bagcilar, Sultanbeylî, Beyoglu û Kagithaneyê dê şahiyên Newrozê li dar bixe. (20:00)











