Yekîneyên Heyva Sor a Kurd li gundewarên Kobanê alîkariyên mirovî li welatiyên xwedî pêwistî belav kir.
Kar û xebatên Heyva Sor a Kurd li Kobanê û gundewarê wê berdewam dike. Yekîneyên saziyê piştî bi dawîbûna dagirkirina komên çete yên Tirkiyeyê li gundewarên Kobanê dest bi xebatan kir. Li gorî agahiyên ji aliyê xebatkarên alîkariyê ve hatin dayîn, di çarçoveya vê xebatê de alîkariya pêwistiyên jiyanî gihandine bi sedan malbatan.
Li gundan 631 paket hatin belavkirin
Heyva Sor a Kurd li gundê Til Xezal 296 paket, li gundê Têrî 25 paket, li gundê Hilinc 360 paket alîkariya xwarinê û pêwistiyên jiyanî li malbatan hatine belavkirin. Her wiha ji bo malbatan şîrê zarokan û pêlavên zarokan jî hatin belavkirin. Tîmên Heyva Sor a Kurd diyar kirin ku armanca wan sivikkirina şertên jiyana malbatan û domandina piştgiriya mirovahî li gundewarên herêmê ye.













