Şerê li Îranê kete hefteya sêyemîn û Arêtaş Amerîkayê bilançoya şer eşkerekir. Hat eşekerakirin ku di Operasyona Hêrsa Destanê (Epic Fury) de zêdetirî 200 leşkerên Amerîkî birîndar bûne.
Fermandariya Navendî ya Amerîkayê ragihand ku di şerê li dijî Îranê de piraniya wan bi sivikî 200 leşkerên Amerîkayê birîndar bûn. Hat gotin ku 180 leşkerên birîndar piştî dermankirina li ser nigan vegeriyan ser karên xwe. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku rewşa 10 leşkerên Amerîkî yên birîndar giran e.
Di daxuyaniyeke ku duh êvarê hat parvekirin de hat ragihand ku hejmara leşkerên Amerîkî yên ku di şerê li dijî Îranê de birîndar bûne 200 kes in. Fermandariya Navendî ya Amerîkayê ragihand ku piraniya birîndaran bi birînên sivik birîndar bûne û 180 leşkerên birîndar bûn piştî dermankirina li ser piyan vegeriyane ser karê xwe. Her wiha rewşa 10 birîndaran giran e. Fermandariya Navendî destnîşan kir ku leşkerên wan li Kuweyt, Erebistana Siûdî, Yekîtiya Mîrîtiyên Erebî, Urdun, Behreyn, Iraq û Îsraîlê birîndar bûne.
‘Li 7 hezar hedefên Îranê dan’
Di daxuyaniyê de hat gotin ku ji 28ê Sibata 2026an heta bi îro di şerê li dijî Îranê de 13 leşkerên Amerîkayê hatine kuştin. Êrişên Îranê her wiha balyozxane, otêl û balafirgehên li dewletên Kendavê kirin hedef û zirar gihand binesaziya enerjiyê. Di vê navberê de Amerikayê zêdetirî 7 hezar hedefên li Îranê bombebaran kirine.
‘Îranê 10 frokeyên bê mirov yên MQ-9 xistin’
Berpirsekî Amerîkî duh bi şertê ku navê wî neyê eşkerekirin, diyar kir ku di şer de nêzîkî 10 firokeyên bêmirov yên Amerîkayê yê bi navê MQ-9 ji aliyê Îranê ve hatine îmhakirin.
Firokeya bêmirov a General Atomics MQ-9 Reaper dikare zêdetirî 27 saetan li hewayê bimîne û kamerayên pêşketî, sensor û radarên xwe agahiyên îstixbaratî kom dike û di bilindahiya nêzîkî 50 hezar piyan de bifire.
Reaper, ku 16 sal berê ket xizmeta Hêzên Hewayî yên Amerîkayê, Ev dronên bê mirov dikarin bi çekên wekî moşekên hewa-erd werin biçekkirin










