Serokê DYAyê Donald Trump piştî êrişên li ser keştiyên şer ên Amerîkî yên li Tengava Hurmuzê bang li Îranê kir ku “bi lez” peymanê îmze bike. Trump got ku eger ev nebe wê “bi rengekî hîn tund” bersivê bidin.
Piştî ku êriş li ser sê keştiyên şer ên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) yên li Tengava Hurmuzê hate kirin, Serokê DYAyê Donald Trump gef li Îranê xwar.
Trump li ser platforma xwe ya medya dîjîtal daxuyanî da û anî ziman ku bi fuzeyan êriş li ser destroyerên DYAyê hate kirin, lê êriş hatin astengkirin.
Trump got: “Fuze avêtin keştiyên me yên destroyer, lê belê bi hêsanî hate astengkirin. Bi heman rengî balafirên bêmirov hatin û di cih de li hewayê hatin îmhakirin” û bang li Îranê kir ku ‘bi lez’ peymanê mohr bike. Çawa ku me îro ew bêbandor kir, eger peymanê mohr nekin em ê siberojê hîn bi hişkî û tundî li wan bixin û em ê vê yekser bikin.”
Trump li gel gefan her wiha îdia kir ku agirbest hîn jî di meriyetê de ye.













