Wan – Aktivîstê mafên mirovan ê îranî Shahrokh Tavakoli rewşa Îranê nirxand û diyar kir ku rejîma îslamîst ji bo dengê muxalifan bibire atmosfera şer diparêze û got: “Armanca bingehîn a rejîmê parastina vê atmosfera şer e da ku her daxwazeke rewa ya gel bi hinceta ku ‘welat di şer de ye’ bitepisînin.”
Şerê Îran û Amerîka-Îsraîlê ku di 28ê Sibatê de bi êrişên hewayî yên Amerîka-Îsraîlê yên li dijî Îranê dest pê kir, tevî agirbestê jî berdewam e. Rejîma mola ya Îranê ji ber êrişan gelek lawaz bûye, lê belê tevî vê yekê jî têk neçûye û hewl dide serweriya xwe biparêze. Ji ber vê yekê di nava Îranê de pêleke nû ya zextan daye destpêkirin û darvekirin zêde kiriye. Li gorî daneyan rêjeya darvekirinan ji salên çûyî qat bi qat zêde bûye û ev yek metirsiya karesateke mezin derdixîne holê.
Aktivîstê mafê mirovan ê Îranî Shahrokh Tavakoli derbarê rewşa li Îranê de ji ajansa me re axivî û nirxandinên girîng kir.
Shahrokh Tavakoli bal kişand ser zêdebûna rêjeya darvekirinan û diyar kir ku hejmara darvekirinan li Îranê bi awayekî dramatîk zêde bûye. Shahrokh Tavakoli anî ziman ku li gorî raporên rêxistinên mafên mirovan ên cihêreng û Îranê, darvekirinên li Îranê ji sala 2020an heta îsal nêzî ji sedî 400 zêde bûne û got: “Li Îranê darvekirin, bi taybetî darvekirinên siyasî wekî amûreke kontrolkirina siyasî tên bikaranîn. Ji bo fêmkirina rastiya li pişt vê zêdebûnê, girîng e ku em li amarên sala 2025an û çar meh û nîvên pêşîn ên sala 2026an binerin. Di sala 2025an de herî kêm 2 hezar 270 darvekirin li Îranê hatine tomarkirin ku 19 ji wan girtiyên siyasî bûn. Lê belê, di navbera adara 2026an û nîvê gulana 2026an de ango di van du mehên dawî de 53 darvekirin hatine tomarkirin, ku 26 ji wan girtiyên siyasî ne. Bi gotineke din, hejmara darvekirinên siyasî yên ku tenê di du mehên sala 2026an de hatine kirin, ji sedî 40 ji tevahiya darvekirinên siyasî yên sala 2025an zêdetir e.”
‘Zêdebûna rêjeya darvekirinê bi geşedanên dawî ve girêdayî ne’
Shahrokh Tavakoli behsa sedemên zêdebûna darvekirinan kir û da zanîn ku ev zêdebûna tûj bi gelek geşedanên girîng ên dîroka nêz a Îranê ve girêdayî ye. Shahrokh Tavakoli destnîşan kir ku serhildana ji bo aboriyê derketî ya Çileya 2026an ku tê de hat ragihandin ku rejîmê zêdetirî 3 hezar xwepêşander kuştine û zêdetirî 50 hezar kes girtine, yek ji van sedeman in û ev yek li axaftina xwe zêde kir: “Serokê dezgeha dadweriyê Xulam Huseyn Mohsenî Ejeî, gelek caran ferman daye dadwer û dozgeran ku darizandinan bilez bikin û cezayên darvekirinê bi rêya dadgehên bi şêwazê rewşa awarte bi cih bînin. Desthilatdarî bi zelalî dibîne ku hebûna wê di bin metirsiyeke cidî de ye, bi taybetî ji hêla torên berxwedanê yên birêxistinkirî û xwepêşanderên ku bi eşkere bang li hilweşandina pergalê dikin.”
Di nava hefteyekê de 10 kes hatine darvekirin
Shahrokh Tavakoli got ku tenê di nav hefteyekê de şeş endamên Rêxistina Mucahîdên Gel a Îranê (MEK/PMOI) û çar xwepêşanderên ku di serhildana çileyê de hatibûn girtin, hatin darvekirin. Shahrokh Tavakoli anî ziman ku di navbera 20ê Nîsanê û 30yê Nîsanê de, du endamên din ên MEK/PMOI û çar xwepêşanderên ciwan hatin darvekirin û ev tişt li axaftina xwe zêde kir: “Di 3yê Gulanê de, çar muxalifên din ên ciwan hatin darvekirin. Rayedarên Îranî bi temamî sûd ji siyaseta lihevhatinê ya gelek hikûmetên rojavayî girtine. Nimûneyeke herî berçav, dîmenên hovane yên kîsên cenazeyan ên reş bûn ku termên muxalifên ciwan li devera Kahrizak a Tehranê piştî serhildana çileyê tê de bûn. Ew dîmen bûn sedema matmayîna cîhanê, lê belê bala navneteweyî ji ber şerê herêmî û dengê bombeyan zû guherî û rê da ku ev komkujiya organîzekirî ya dewletê ji rojeva cîhanê bikeve.”
‘Girtiyên siyasî di bin metirsiya darvekirinê de ne’
Shahrokh Tavakoli bi lêv kir ku îro girtiyên siyasî li Îranê di bin metirsiya herî mezin a darvekirinê de ne û wiha pê de çû: “Dîktatoriya desthilatdar şert û mercên şer bi kar aniye da ku darvekirina her girtiyekî muxalif an aktîvîstekî/ê rewa bike. Tiştê ku diqewime komkujiyeke sîstematîk û plankirî ya dewletê ye li ber çavên civaka navneteweyî. Rastî ev e ku rejîma Îranê ji bo parastina desthilatdariya xwe bi rêya serkutkirin, darvekirin û tundiyê, xwe dispêre amûrên xwe yên ewlehiyê û Supaya Pasdaran (IRGC). Lêkolîneke hêsan li serhildanên seranserî yên salên dawî nîşan dide ku rejîm tenê bi hêza hovane li ser piyan dimîne.”
‘Xeleka serhildanan dê bi hilweşîna dîktatoriyê bi dawî bibe’
Bi domdarî Shahrokh Tavakoli destnîşan kir ku serhildanên salên 2017, 2018, 2019, 2022 û 2026an nîşana têkoşîna berdewam a gelê Îranê ya ji bo azadî û demokrasiyê ne û ev yek anî ziman: “Îranî ji bo demokrasî, azadî û pêşketinê radibin ser pêyan û dîktatoriya desthilatdar bi serkutkirineke tundtir û darvekirinên zêdetir bersiv dide. Û li dijî vê yekê gelê Îranê careke din radibe ser piyan. Ev xelek dê di dawiyê de bi hilweşîna dîktatoriyê bi dawî bibe, ji ber ku neteweyek 90 mîlyonî nikare heta hetayê bêdeng bibe. Îranî bi henekî dibêjin; ‘Gule û darbestên wan têra me hemûyan nakin. Hejmara me ji guleyên wan zêdetir e’.”
Karesata aborî
Shahrokh Tavakoli bal kişand ser krîza niha li Îranê diqewime û bandora rejîmê û diyar kir ku ji aliyê aborî ve jiyana mirovên asayî wêran bûye û li gorî medyaya rejîmê bixwe jî, lêçûna herî kêm a jiyanê ya mehane ji 71 mîlyon tumenan derbas kiriye. Shahrokh Tavakoli anî ziman ku niha li Îranê mûçeya herî kêm tenê li dora 15 heta 16 mîlyon tumenan e û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Piraniya mirovan neçar in ku ji bo debara jiyanê di du-sê karên cuda de bixebitin. Malbat bi tevahî, tevî zarokan, neçar in bixebitin û tenê elîta dînî û derdorên girêdayî Supaya Pasdaran di rehetiyê de dijîn.”
Aliyên krîza li Îranê
Shahrokh Tavakoli bal kişand aliyên vê krîzê û diyar kir ku ji ber zextan ewlehiya civakê nîn e. Shahrokh Tavakoli da zanîn ku îfadekirina nerazîbûnê dikare bibe sedema girtin, desteserkirina mal û milkan, an darvekirinê û ev yek got: “Hilberîna pîşesazî li Îranê, di dema pêvajoya bombekirinê ya 40 rojî de rastî zirareke mezin hatiye ku tê gotin zêdetirî ji sedî 80ê hilberînê wêran bûye an rawestiyaye. Sektorên neft û petrokîmyayê ber bi krîzeke mezin ve diçin. Hilberîna çandiniyê jî di ber mirinê de ye. Ne ava têrker heye û ne jî piştgiriyeke hikûmetê. Ji bilî çend tiştên bingehîn wekî pîvaz û kartolan, piraniya xwarina Îranê niha bi îthalatê ve girêdayî ye.”
‘Desthilat bi zanebûn van krîzan gur dike’
Shahrokh Tavakoli bi bîr xist ku zanîngeh û dibistan li Îranê bi piranî hatine girtin û wiha got: “Rayedar bi fermî şert û mercên şer wekî hincet nîşan didin, lê di rastiyê de girtina wan bi tirsên ji serhildanên xwendekaran û xwepêşandanên ciwanan ve girêdayî ye. Di heman demê de, bi dehan yekîneyên berxwedanê li bajarên cûda yên Îranê çalakiyên siyasî û rêxistinî li dijî dîktatoriyê berdewam dikin. Tirsa mezin a rejîmê ji yekîneyên berxwedanê yên girêdayî MEK/PMOI ne ku darvekirinên bilez ên endamên wan nîşan dide ku rayedar vê kêşeyê çiqas cidî digirin. Rastî ev e ku dîktatoriya desthilatdar ji bo parastina atmosfera tirs û serkutkirinê di bin sîha şer de, bi zanebûn van krîzan gur dike û kûr dike. Ev dibe ku rastiya herî tarî ya jiyana îro ya li Îranê be.”
‘NYyê dîplomateke rejîma Îranê kiriye endama Komîteya Şewirmendiyê’
Shahrokh Tavakoli da zanîn ku fikara herî mezin a derbarê binpêkirina mafên mirovan li Îranê, bêdengiya civaka navneteweyî ya li hemberî van darvekirin û komkujiyan e. Shahrokh Tavakoli anî ziman ku tişta ji bêdengiyê jî girantir hevkariya hinek saziyên navneteweyî bi dîktatoriya desthilatdar re ye û got: “Kêm kes dizanin ku di sibata îsal de, piştî serhildana çileyê û dîmenên balkêş ên kîsên terman ên reş ên xwepêşanderên ciwan ên Îranî, Komîteya Şêwirmendiyê ya Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî Afshaneh Nadipour ku dîplomateke girêdayî rejîma Îranê ye, weke endama komîteyê destnîşan kir. Gelo bi rastî bersiva civaka navneteweyî ya li hemberî serkutkirina hovane ya gelê Îranê ev e?”
‘Armanca bingehîn ya rejîmê parastina atmosfera şer e’
Shahrokh Tavakoli di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku ji tirsa hilweşînê, rejîmê bi bandor dezgeha xwe ya dadweriyê xistiye rewşa şer. Shahrokh Tavakoli got ku girtî bi darizandinên ku tenê çend deqeyan dikişînin, bêyî parêzer, bêyî mafê parastinê û bêyî peywendiya bi malbatên xwe re, tên darizandin û cezayê darvekirinê lê tê birîn û ev yek got: “Lêpirsîner serbest hatine berdan ku li dijî girtiyên siyasî û xwepêşanderan her cure îşkenceyê bikin. Tê gotin ku rêbazên îşkenceyê yên weke şikandina hestî û diranan, darvekirinên sahneyî (staged) û îşkenceyên derûnî yên ku girtiyan dikişîne ber dînitiyê, tên kirin. Armanca bingehîn a rejîmê parastina vê atmosfera şer e da ku her daxwazeke rewa ya gel bi hinceta ku ‘welat di şer de ye’ bitepisînin. Di bin şert û mercên wiha de, parastinên qanûnî yên bingehîn êdî tune ne. Bi rastî ti serweriya qanûnê ya ku girtin, darizandin an cezayan bi rê ve bibe, nemaye.”













