* Li Rojhilatê Kurdistanê Newroz, ji aliyê çandî, civakî û siyasî ve xwedî taybetmendiyên mezin û dîrokeke kûr e. Gelê Kurd Newrozê tenê ji bo hatina biharê pîroz nake, ew hebûn û nasnameya xwe di Newrozê de nîşanî hemû cîhanê dide.
* Koma Agirê Jiyan ku dê piştî 23 salan li Newroza Amedê derkeve ser dikê wiha bang li gel kir: “Em dixwazin gelê me li dora agirê Newrozê bê ba hev û govenda xwe bi hev re bigerînin. Werin em bi ruhê Newroza Azadiyê stranên xwe bibêjin.”
Amadekariyên Newroza 2026an li bajarê Wanê bi coş û kelecaneke mezin berdewam dike. Endamên Komîtaya Amadekar a Newroza Wanê ragihandin ku ew bi ruhê seferberiyê amadekariyan dikin û daxwaza sereke ya îsal azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û yekîtiya gelê Kurd e.
* Endamê Komîteya Amadekar a Newroza Stenbolê Hasan Teymur diyar kir ku ew mal bi mal digerin û gel vedixwînin Newrozê û got: “Em li bendê ne ku milyonek kes tev li Newroza Stenbolê bibe. Em ê li qada Newrozê azadiya fizîkî ya Serokatî bixwazin.”
* Komîteya Amedekar a Newroza Amedê dê li avahiya DEM Partiyê ya Amedê civîna çapemeniyê li dar bixe. (11:00)
* Li navçeya Geverê ya Colemêrgê bi beşdariya Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir dê pîrozbahiya Newrozê were lidarxistin. (11:00-14:00)
* KASED wê bi boneya Newrozê li Eywana Dawetê ya Agaoglû ya li navçeya Sûrê ya Amedê konserek li dar bixe û cil û bergên Kurdî bide nasîn. (19:30)
* Wê li gelek gund û taxên navçe û bajarên bakurê Kurdistanê pîrozbahiyên Newrozê bên lidarxistin. (19:00)
Kirmanckî
* Hesen Aksoy, 1991î de şîyo Almanya, karê demîryolî de gurîyo û bîyo taqavût. Peyser amo welatê xo û nika weletê xo de weşîya xo ramneno. Vano ke: “Ez nêwazeno welatê xo ra durî vindêrî, ro û mezgê mi îtade ro.”









