Îsraîl û DYAyê di rojekê de li 17 bajarên Rojhilatê Kurdistanê 179 êriş pêk anîn. Her wiha bi sedan bomberana jî li bajarên Îranê pêk hatin.
Şerê Îsraîl-DYA û Îranê di roja 19an de berdewam dike. Herêmek ku herê zêde bombebaran lê zêde dibe jî bajarên Rojhilatê Kurdistanê ye. Di nav 24 saetên dawî de Îsraîl û Amerîkayê li ser 17 parêzgehên Rojhilatê Kurdistan û Îranê herî kêm 179 êriş pêkanîn. Di êrişan de 29 baregehên leşkerî, baregehên Supayê Pasdaran, navendên hêza Besîc, balafirgehên leşkerî, navendên polîsan, bîrên neftê û qadên enerjiya atomî yên Îranê hedef hatin girtin. Derbarê windahiyên mirovî de agahiyên zelal nehatin bi dest xistin lê baregeh û cihên hatine hedef girtin bi tevahî rûxiyan û hatin asta neyên bikaranîn.
Li Îranê jî heman êriş pêk hatin
Heman bombebarana giran li bajarên Îranê jî pêk hatin. Di nav roja dawî de li bajarên Tehran, Îsfehan, Şîraz, Kerec, Buşehr, Ehwaz, Faris, Tewrêz, Qum û Bender Ebas hatin bombebaran kirin. Li van bajaran jî bi sedan êriş pêk hatin. Li gorî agahiyan gelek windahiyên mirovî yên Îranê hene.
Hate ragihandin ku di êrişan de qasî hatiye tespîtkirin di rojek dawiyê de 3 sivîlan jiyana xwe ji dest da û 4 kes jî birîndar bûn.













