* Newroz li Başûrê Kurdistanê ji ruhê serhildana salên 90î derbasî qonaxeke nû ya dîplomatîk û geştiyarî bûye. Êdî agirê Newrozê ne tenê sembola biharê ye, lê belê hêmayeke çanda cîhanî ye ku aborî, mode û dîplomasiya herêmê di bin sîwana xwe de dicivîne.
* Li Geverê Newroz bi coşeke mezin hat pîrozkirin. Dayikên Aştiyê yên li Geverê tev li pîrozbahiyan bûn destnîşan kirin ku Newroz ne tenê nîşaneya biharê ye û gotin: “Divê Newroz bi xwe re aştiyê jî bîne. Divê Newroz bibe sedema azadiya Rêber Apo. Divê zimanê Kurdî were nasîn.”
* Sibê li Cejna Remezanê ye. Ji bo cejnê welatiyên li Amedê dijîn berê xwe dan sûk û bazaran. Welatiyan destnîşan kirin ku ji ber krîza aboriyê nikarin weke berê pêdiviyên xwe yên cejnê bistînin û gotin: “Êdî em bi dilê xwe nikarin tiştekê bistînin.”
* Aktivîstên TJAyê di çarçoveya xebatên Newrozê de dê li Qada Bakirkoyê bi cil û bergên Kurdî belavokên Newrozê belav bikin. (14:00)
* Wê li gelek bajar û navçeyan serdanên gorên cangoriyên di têkoşîna azadiya Kurdistanê de canê xwe ji dest dane bê kirin.









