12 welatên Ereb û Îslamî ji bo şerê Îranê ya li Kendava Hurmuz her diçe berfireh dibe li Riyada paytexta Erebistana Siûdî civînek li dar xistin û daxuyaniyeke hevbeş dan.
Li gorî daxuyaniya hevbeş ya 12 welatên Erebî û Îslamî yên Rojhilata Navîn, duh li Riyada paytexta Erebistana Siudî bi beşdariya wezîrên karên derve yên; Azerbaycan, Behreyn, Misir, Urdun, Kuweyt, Lubnan, Pakistan, Qeter, Erebistana Siudî, Suriye, Tirkiye û Îmaratê civînek hat lidarxistin.
Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku beşdarên civînê êrişên Îranê yên li ser baregeh û navendên dîplomasî, jêrxaneyên aboriyê, deverên niştecihbûnê ya welatên herêmê wek êrişên dijminane binav kirine û gotin ku ti hincetek nikare van êrişan rewa bike. Her wiha hate diyarkirin ku beşdarên civînê dan zanîn ku mafê dewletên herêmê heye ku li gorî madeya 51ê ya lihevkirina Neteweyên Yekbûyî parastinê li welatê xwe bikin.
Her wiha hate gotin ku beşdarên civînê daxwaz ji Îranê kirine ku demildest êrişên xwe bisekinîne û rêzê li yasayên navdewletî bigire û ji bo çareseriya krîzan serî li dîplomasiyê bide.












