Wan – Hunermendên ku dê sibê tev li Newroza Wanê bibin, bidîmen gel vexwendin pîrozbahiyên Newrozê û peyama bilindkirina agirê Newrozê dan.
Newroza Mezin a Wanê ku bi dirûşma “Newroza Azadî û Yekitiya Demokratîk” tê lidarxistin, dê sibê li Qada Newrozê ya li ber Keleha Wanê bê lidarxistin. Koma Agirê Jiyan, Şiyar Berwarî, Koma Rojhilat û Hozan Berbang ku dê sibê derkevin ser dikê, bidîmen gelê Serhedê vexwendin Newroza Wanê û peyama geşkirina agirê Newrozê dan.











