Rêveberên DEM Partiyê yên Sêrtê ji bo “Mitînga Azadiyê” ku dê di 28ê Hezîanê de li Amedê bê lidarxistin banga tevlibûnê kirin û wiha gotin: “Werin em bi hev re wê qadê tijî bikin ku em Rêberê Gelê Kurd û hemû girtiyên azadiyê bi hev re azad bikin.”
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Tevgera Jinên Azad (TJA) ew ê ji bo azadiyê fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27ê Hezîranê de li Wanê û Mersînê û di 28ê Hezîranê de jî li Amed û Stenbolê bi dirûşmeya “Bi Rêbertiya Azad ber bi Azadiyê ve Dimeşin”, “Mitînga Azadiyê” li dar bixin. Mitînga li Amedê dê di 28ê Hezîranê de li Qada Îstasyonê ya navçeya Bajarê Nû saet di 17:00an de dest pê bike. Hevseroka DBPê ya Giştî Çîgdem Kiliçgun Ûçar û siyasetmetdarê Kurd Veysî Aktaş dê weke axaftvan tev li mitîngê bibin. Û hunermend Kadîr Çat, Pinar Aydinlar û Serhado jî di mitîngê de konserê bidin. Ji bo mitîngê bi rojanê li bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bajar bi bajar xebat tên lidarxistin.
‘Werin em bi hev re wê qadê tejî bikin’
Rêvebera DEM Partiyê ya Sêrtê Kiymet Mût derbarê mitînga azadiyê de, banga tevlibûnê li welatiyên Sêrtê kir û got: “Wekî ku tê zanîn ev demeke pêvajoyek hatiye destpêkirin. Lê heta niha hê jî ji aliyê dewleta Tirk ve tu gaveke şênber nehatiye avêtin. Ji bo ku gavên şênber ên ji bo pêvajoyê bêne avêtin, em ê di 28ê mehê de li Qada Îstasyonê ya Amedê ‘mitînga azadiyê’ li dar bixin. Werin em bi hev re wê qadê tijî bikin. Da ku Serokatî û girtiyên siyasî bi awayekî fizîkî azad bibin.”
‘Ev pêvajo ji bo dewletê û ji bo me jî rêya herî rast e’
Rêveberê DEM Partiyê yê Sêrtê Abdûlbakî Taşçi jî bi van gotinan banga tevlibûna mitîngê li welatiyên Sêrtê kir: “Ev du sal in Serok Apo pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ daye destpêkirin. Ev pêvajo ji bo dewletê û ji bo me jî rêya herî rast e. Ji bo ku dewlet jî gavan biavêje, Rêber Apo gavên ku di bingeha wê de heqîqet heye avêtine. Divê ku dewlet jî ji ber vê yekê bi wêrekî tevbigere û wêrekiya Rêber Apo bibîne û li hemberî vê gav biavêje. Her wiha ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û hemû girtiyên siyasî pêk bê, dê di 28ê Hezîranê de li Amedê mitîngek bê lidarxistin. Em hemû gelê xwe yê Sêrtê vedixwînin mitînga ku wê li Amedê bê lidarxistin.”
‘Em bi hev re Rêberê Gelê Kurd û girtiyan azad bikin’
Hevseroka DEM Partiyê ya Sêrtê Rewşan Arslan jî ev bang li şêniyê Sêrtê kir: “Ev zêdetirî du salan e ku Rêber Apo pêvajoyek daye destpêkirin, lê hê jî ji aliyê dewleta Tirk ve tu gaveke wisa şênber nehatiye avêtin. Ji bo ku gavên şênber bên avêtin, çi ji destê Serokatî tê dike. Ji ber ku gav nehatine avêtin em jî dê di 28ê mehê de li Qada Îstasyonê ya Amedê mitîngekê li dar bixin. Banga me li welatiyên Sêrtê ye, bila werin em bi hev re destê Serok bigirin û em hemû bi hev re beşdarî mitîngê bibin. Da ku em Rêberê Gelê Kurd û hemû girtiyên ku di zindanan de dimînin, bi hev re azad bikin. Divê em hemû bi hev re Rêberê Gelê Kurd azad bikin.”
‘Em li benda gelê xwe yê Sêrtê ne ku tev li vê mitîngê bibin’
Hevserokê DEM Partiyê yê Sêrtê Kenan Bîlge jî wiha got: “Wekî ku tê zanîn nêzîkî du salan e pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ hatiye destpêkirin û berdewam dike. Ji bo ev pêvajo li pêş bikeve hewceye ku hin gavên şênber û bi lêz bêne avêtin. Yek ji van gava sereke azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd birêz Ocalan û hemû girtiyên siyasî ye. Ji bo ku ev yek pêk bê di 28ê Hezîranê de li Qada Îstasyonê ya Amedê ew ê ‘mitînga azadiyê’ bê lidarxistin. Bi vê mebestê em li benda gelê xwe yê Sêrtê ne ku tev li vê mitîngê bibin. Û hemû girtiyên me yên siyasî bigihin azadiya xwe ya fîzîkî.”














