Riha – Li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mehmet Akîf Înan bi gendeliya kelûpelên tibê di rojevê de ye. Saxa SESê ya Rihayê derbarê bûyerê de daxuyaniyeke nivîskî belav kir û diyar kir ku beriya 2 salan jî ev bûyer di raya giştî de deng veda û wiha got: “Kedkarên tenduristiyê fikarên xwe tînin ziman ku heke ev pêvajo bi awayekî şefaf neyê meşandin, em ê demên pêş de agahiyên berfireh bi raya giştî re parve bikin.”
Li Rihayê, derbarê Yekeya Anjiyografiyê ya Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mehmet Akif Înan ku wekî yek ji nexweşxaneyên herî girîng ên bajêr tê naskirin, tê îdîakirin ku di Beşa Kardiyolojiyê ya nexweşxaneyê de, ji bo her nexweşê/a ku ketiye Yekeya Anjiyografiyê, faturayên wan malzemeyên anjiyoyê ku qet nehatine bikaranîn, paşê jî ev malzemeye li depoya nexwaşxaneyê hatine veşartin û firotine naxwaşxaneyên taybet. Di heman çarçoveyê de tê îdîakirin ku di Beşa Kardiyolojiyê ya nexweşxaneyê de, ji bo gelek nexweşên ku qet derman û tedawî nedîtine, sîstem wiha hatiye nîşandan ku qey derman û tedawî ji bo wan hatine kirin û bi vî rengî xesarek û diziyek mezin hatiye kirin.
Malzeme dizîne û firotine nexwşxaneyek taybet
Her wiha 2 sal beriya vê jî heman mijar ketibû rojeva raya giştî û hatibû îdiakirin ku komeke ji xebatkar, teknîker û bijîşkên ku di Yekeya Anjiyografiyê de wezifedar in pêk dihatin, ji bo her nexweşekî/ê faturayên wan malzemeyên ku qet nehatine bikaranîn û bihayê wan ji bo her kesekî herî kêm 100 hezar TL ye birîne, paşê jî ev malzeme ji depoyê dizîne û firotine nexweşxaneyên taybet û derveyî welat.
Lêpirsîn tê destpêkirin
Piştî vê yekê hin bijîşkan derbarê bûyerê de gilî kirine. Di lêpirsîna hatiye destpêkirin de Cîgirê Serbijîşkê Nexweşxaneyê Uzm. Dr. Ö.F.Ç., ji aliyê Midûriyeta Tenduristiyê ya Bajêr ve ji wezîfeyê tê girtin û demildest dîsa dîsa digirin kar û wî dişînin nexweşxaneyek din.
Çima Î.A., dîsa girtin kar?
Her wiha berpirsê Yekeya Anjiyoyê Î.A., di çarçoveya lêprisîna tê destpêkirin de ji wezîfeyê tê dûrxistin. Lê tê îdiakirin ku piştî ku Î.A., hin kesan dixe navberê, biryara dûrxistina ji wezifeyê ya Î.A., tê betalkirin û piştî salekê dîsa digirin kar. Î.A., û hevjîna xwe delegeyên sendîkaya Saglik-Senê ya nêzî desthilatê ne. Hevjîna Î.A., D.A.i jî li nexweşxaneyê berpirsa qalîteyê ye.
Di dîmen û wêneyên ku hatin ber destên me de xuya dike ku gelek malzemeyên tibî li heman nexwaşxaneyê dîsa hatine komkirin û dîroka wan jî derbas bûne.
SESê banga lêpirsînek bi lez kir
Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Civakî û Tenduristiyê (SES) ya Rihayê derbarê bûyerê de li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal daxuyaniyek belav kir û di daxuyaniyê de diyar kir ku beriya du salan jî li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mehmet Akîf Înan îdiayên gendelî û zirardana malê giştî hatibûn rojevê û di nava raya giştî de dengekî mezin vedabû. Şaxa SESê wiha got: “Tevî ku di ser re demeke dirêj derbas bûye jî, derketina pirsyarên nû yên bi heman rengî fikarên mezin çêdike. Li gorî agahiyên ku gihîştine sendîkaya me tê îdiakirin ku di beşa kardiyolojiyê ya nexweşxaneya navborî de, li qadeke ku nayê bikaranîn, hejmareke zêde ya malzemeyên tibî ji tê sekinandin. Kedkarên tenduristiyê, derbarê qeyd, pêvajoyên bikaranîn û rewşa niha ya van malzemeyan de gelek pirs û gumanan tînin ziman. Kedkarên tendirustiyê fikarên xwe tînin ziman ku heke ev pêvajo bi awayekî şefaf neyê birêvebgirin, dibe ku ser vê bûyera gendelî û bêrêbaziyên gengaz bê girtin. Her wiha kedkar dibêjin ku dibe ku ev xebatkerên ku mijarê tînin rojevê, bi zext, pêkanînên cihêkar an jî bi mobbîngê re rû bi rû bimînin. Lêkolînkirina serbixwe û bibandor a her cure îdiayên ku di saziyên tendûristiyê de derdikevin holê, divê tesbîtkirina berpirsiyarên pêk werin û agahdarkirina rast a raya giştî, berpirsiyariyeke civakî ye. Parastina mafê tendûristiyê ya gel û parastina çavkaniyên giştî vê yekê ferz dike.”
SESê diyar kir ku derbarê vê mijarê de dê di demên pêş de daxuyaniyek berfireh bidin û agahiyên berfireh bi raya giştî re parve bike.


















