Komek alîgirên Amedsporê li ser Pira Fatîh Sûltan Mehmetê (FSM) ya Stenbolê ala Amedsporê daliqand.
Piştî şampiyontiya Amedsporê, ji her çar aliyê Kurdistan û gelek navendên Tirkiye û cîhanê bi milyonan welatî hê jî serkeftina Amedsporê pîroz dikin. Komek alîgirên Amedaporê jî bi minasebeta şampiyontiya Amedsporê li ser Pira Fatîh Sûltan Mehmetê ya Stenbolê ala Amedsporê daliqandin û dîmenek xweşik û balkêş bi vê yekê re derket holê.













