Navenda Nûçeyan – Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê dê di sala 2025an de li tevahiya Tirkiyeyê 21 girtgigehên nû vekin.
Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç diyar kir ku çêkirina 11 girtîgehan didome û projeyên 21 girtîgehanjî tên danîn.
Hevdîtinên li Komîsyona Plan û Budçeyê yên bûdçeya 2025’an ku bi îmzeya serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan pêşkeşî Meclisê hate kirin, didome. Îro, budçeya Wezareta Dadê ku li gorî par du qet zêde bû û derketî 280 milyar û 275 milyon û 802 hezar lîreyan hate nîqaşkirin.
Wezîr Yilmaz Tunç di hevdîtinan de pêşkeşî kir û got ku li Tirkiyeyê 406 girtîgeh hene. Tunç, ji bo girtîgehên ku hema hema her roj cenazeyên girtiyan jê derdikevin jî got: “Avadaniyên li gorî rejîma înfazê ya hemdem.”
Dê 32 girtîgehan çêkin
Tunç, da zanîn ku çêkirina 11 girtîgehan didome û projeyên 21 girtîgehan jî hatine danîn.
Parlamenterê CHP’ê Mahmût Tanal jî weke bertek ji Tunç re got: “Ne girtîgehan, febrîqeyan vekin.”
Tunç, di pêşkeşiya xwe de têkildarî hejmara girtiyên nexweş û yên jiyana xwe ji dest dayin tu agahî parve nekir.