OHDê ragihand ku Dadgeha Bilind cezayê muebedê yê Mehmet Caymaz ê ku muzîkjenê Kurd Cîhan Aymaz kuştibû, erê kir.
Dadgeha Bilind cezayê muebedê yê Mehmet Caymaz ku muzîkjenê Kurd Cîhan Aymaz li Kadikoy a Stenbolê kuştibû, erê kir. Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) ku li ser hesabê xwe yê medyaya sanal daxuyaniyeke nivîskî belav kir, daxuyand ku Dadgeha Bilind, cezayê muebedê yê li Mehmet Caymaz birîbû ku di 2yê gulana 2023yan de li Kadikoyê muzîkjenê Kurd Cîhan Aymaz kuştibû, erê kiriye.













