Vê sibehê bi dron û moşekan êrişî hêzek pêşmergeyên Herêma Kurdistanê hate kirin. Di encama êrişê de 6 pêşmerge jiyana xwe ji dest dan û 45 pêşmerge jî birîndar bûn.
Êrişên komên çekdar yên nêzî Iraqê yên li ser Herêma Kurdistanê dewam dikin. Di vê çarçoveyê de duh bi şev gelek caran êrişî Herêma Kurdistanê hate kirin.
Vê şeveqê jî bi moşek û dronan êrişî baregeha tabura 7an a hêzên 80ê ya hêzên Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê hate kirin. Êriş li sînorê Xelîfan ya bi ser Îdareya Serbixwe ya Soranê ya parêzgeha Hewlêrê ve pêk hat.
Li gorî agahiyan di encama êrişê de 6 pêşmerge jiyana xwe ji dest dan û 45 pêşmerge jî birîndar bûne. Piştî êrişê pêşmergeyên birîndar rakirin nexweşxaneyê.













