Dayika girtiyê azadiyê Kinyas Ataman, Sarya Ataman ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest da.
Sarya Ataman (63) dayika girtiyê azadiyê Kinyas Ataman ku li nexweşxaneyek li Enqereyê ji ber nexweşiya dil dihat dermankirin, duh jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Sarya Ataman îro anîn Wanê û li Goristana Akkopruyê ya li navçeya Tûşbayê ya Wanê hat definkirin. Kurê Sarya Atamanê, Kinyas Ataman ku 18 sal in di girtîgehê de ye, niha li Girtîgeha Sîncanê ya Jimara 1emîn a Enqereyê tê ragirtin. Kinyas Ataman li ser destûrê beşdarî merasîma cenazeyê dayika xwe bû.

Kinyas Ataman di merasîmê de axivî û spasiya hemû beşdarên merasîmê kir. Ataman diyar kir ku dayikên Kurd êşên mezin kişandine û got: “Dayikên me tenê heke aştî û azadî hebe dê baş bijîn. Em jî ji bo azadiyê şer dikin û heta roja îro me gavek paşve neavêtiye. Belê, mirin heye, lê em bi têkoşîna xwe van mirinan watedar dikin û em ê berdewam bikin. Du roj in merasîma cenazeyê dayika me, ji ber hatina min hatiye paşxistin. Ji bo ku heta ez bigihîjim vir gelek zehmetî hebûn.”
Şîna Sarya Ataman dê li mala Şînê ya Şavûrlarê ya li taxa Xelîl Axa ya li navçeya Rêya Armûşê hate danîn.













