DEM Partiyê têkildarî 5emîn Kongreya Mezin a Awarte ya ku dê di 20ê Îlonê de li dar bixe giştîname weşand û daxuyand ku bi îradeya guherîn û veguherînê dê ji bo pêvajoya nû nexşerêyek derxîne.
Amedekariyên 5emîn Kongreya Mezin a Awarte ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan ku dê di 20ê Îlonê de li dar bixe, berdewam dike. Piştî zelalbûna dîroka kongreyê hat diyarkirin ku xebatên ji bo serdema nû hatine destpêkirin û li gorî agahiyên ku rayedarên partiyê ragihandine serdema nû ya ku “Çarçove qanûn” tê de tê nîqaşkirin, dê DEM Partiyê bi aweyekî xurt pêşwazî bike.
Têkildarî mîjarê di giştînameya ku DEM Partiyê amede kirî û bi lijneyên xwe re parve kirî de hat destnîşankirin ku dê mekanîzmayên rêxistinê bê xurtkirin û di çarçoveya “Komara Demokratîk û Rêya Sêyemîn” dê kongreyê wek kongreya guherîn û veguerînê binirxîne û li gorî vê yekê xebat tên kirin.
Di giştînameyê de hat diyarkirin ku biryara amadekariyên kongreyê di komxebata Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û DEM Partiyê ya di 15-16ê Hezîranê ya li Stenbolê hatî diyarkirin. Li gorî giştînameyê DEM Partî dê bi dirûşma “Ji bo Komara Demokratîk Civaka Azad û Rêxistinkirî” û “Bi Têkoşîna Azadiya Jinan Ber Bi Civaka Demokratîk” Konferansa Mezin a Jinan di di navbera 20-21ê Tebaxê li dar bixe û di navbera 22-23yê Tebaxê de Kongreya mezin a Navendî li dar bixe. Her wiha DEM Partî di navbera 20-30yê Tîrmehê de, li 7 herêman konferansên hêrêmî li dar bixe.
DEM Partî, piştî van xebatan dê 5emîn Kongreya Mezin a Asayî li dar bixe û bi îradeya guherîn û veguherînê dê ji bo pêvajoya nû nexşerêyek derxîne.













