Piştî belavbûna belgeyan û piştrastkirina wan ya ji aliyê komîsyona Zanîngeha Silêmaniyê ve, ji aliyê Wezareta Xwendina Bilind ve cezayê dûrxistinê yê heta hetayî li Mamostayê Kolêja Zanistên Îslamî ya Zanîngeha Silêmaniyê Ebduletîf Ehmed hat birîn.
Piştî ku komîsyona lêkolînê ya serokatiya Zanîngeha Silêmaniyê rapora xwe ya li ser dosya Mamostayê Kolêja Zanistên Îslamî Ebduletîf Ehmed pêşkêşî Wezareta Xwendina Bilind kir, îro Wezîrê Xwendina Bilind Aram Mihemed birayar dawî li ser dosyayê da.
Li gor nivîsa Wezîrê Xwendina Bilind, biryara dûrxistina ji pîşeyê mamostatiya zanîngeha Silêmaniyê ya ji bo heta hetayî ji Ebduletîf Ehmed re hatiye dayîn.
Li gor cezayê ku di yasaya xizmeta giştî de hatiye dayîn, carek din ev kes nikare di kerta giştî de kar bike. Her wiha ji wan mafên xizmeta hemû salên ku mamostayî kiriye jî tê bêpar hiştin û xanenişîn nabe.
Hêjayî gotinê ye di rojên borî de Rêberê Tevgera Selefiyan û Mamostayê Kolêja Zanistên Îslamî ya Zanîngeha Silêmaniyê Ebduletîf Ehmed, ji ber îdiayên destdirêjiya zayendî ya li gel xwendekarên zanîngehê, ketibû rojevê.







