Di bin siya Çiyayê Simbil de Newroza 2026an dest pê kir û ciwan û jin bi coşeke mezin govendê digerînin.
Newroza Colemêrgê ku ji ber şertên hewa hatibû taloqkirin, bi coşeke mezin dest pê kir. Di saetên serê sibê de gelek welatî bi cil û bergên Kurdî herikîn qada Newrozê ya li Otogara Tekserê. Di bin siya çiyayê Simbil de ciwan û jinên ku li ser sûretê xwe kesk, sor û zer neqişkirî, bi kelecaneke mezin Newrozê pîroz dikin û bi coş govend digerîn.
Li qadê posterên Abdullah Ocalan
Di qadê de wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate vekirin û ciwanan t-shortên ku wêneyê Ocalan li ser in, li xwe kirine. Her wiha diruşmeya “Bijî Serok Apo” li qadê olan dide.
Pîrozbahî bi govendê didome
Bi deh hezaran kesên li qadê kom bûne li ber sirûd û stranên ji sahneyê tên gotin, dahol û zirneyê govendên cur bi cur ên Colemêrgê digerînin. Coş û peroja Newrozê bi hemû germahiya xwe berdewam dike.



















