Hevserokê MEBYA-DERa Wanê Yusuf Dundar ku di 23yê Çileyê de bi hinceta “li dijî polîsan li ber xwe daye” hatibû girtin, hat berdan.
Hevserokê Şaxa MEBYA-DERê ya Wanê Yusuf Dundar ku di 23yê Çile de bi hinceta “li dijî polîsan li ber xwe daye” hatibû girtin di danaşîna ewil de ku li Dadgeha Asliye ya 8emîn a Wanê hat lidarxistin, hat berdan. Dadgehê bi şertê kontrola edlî, di derheq Yusuf Dundar de biryara berdanê da.













