Li bajarê Kobanê û gundewarên wê 28 hezar xwendekaran karnameyên xwe yên werza yekem wergirtin.
Rêveberiya Dibistanan a Kobanê îro karnameyên werza yekemîn ên sala xwendinê ya 2025/2026an li 28 hezar xwendekarên dibistanên astên seretayî, navîn, amadehî û xwendekarên dibistanên pîşeyî belav kir.
Ji ber rewşa şer taloq bibû
Li Kobanê û gundewarên wê 106 dibistan hene û tê de 28 hezar xwendekar dixwînin. Karnemeyên xwendekaran ji ber rewşa şer a li Rojavayê Kurdistanê bi neçarî hatibû taloqkirin. Piştî aramîbûnê dibistanan dersên kêm mayîn ên xwendekaran temam kirin û karnameyên wan belav kir.
Zarokan bi kelecan karname girtin
Xwendekar serê sibê bi kelecan çûn dibistanan û karnameyên xwe girtin. Bi taybetî kelecana xwendekarên dibistanên amadeyî û seretayî bal kişand.










