Komîsyona Jinan a OHD ya Îzmîrê û KCDP, ji bo mirina bi guman a Havîn Aşkan civîna çapemeniyê lidar xist û gotin: “Bûyera mirina Havîn Aşkanê ne xwekujî ye, lê cînayet e.”
Komeleya Hiqûqnasên Azadiyê (OHD) Komîsyona Jinan a Îzmîrê û Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin (KCDP), ji bo Havîn Aşkan a ku di 24ê Kanûna 2024an de li navçeya Bornova ya Îzmîrê li mala ku lê dijî bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest dabû, civîna çapemeniyê lidar xist. Civîna çapemeniyê li avahiya Şaxa Îzmîrê ya OHDê hate lidarxistin û gelek parêzer, jin û birayê Havîn Aşkan beşdar bûn. Metna çapemeniyê endama Komîsyona Jinan a OHD ya Îzmîrê û parêzera dosyayê Leyla Çelîk Guneş xwend.
Întîhar nîn e cînayet e
Parêzer Leyla Çelîk Guneş got ku di destpêkê de mirina Havîn Aşkanê wekî gumanbariya xwekujiyê hate nirxandin, lê delîlên ku di çarçoveya lêpirsînê de hatine berhevkirin, nîşan didin ku ev mirin ne xwekujî ye û wiha got: “Di encama lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarî ya Îzmîrê dimeşîne de, li ser mêrê gumanbar bi tawanbariy ‘bi qestî kuştinê’ doz hate vekirin. Ev pêşveçûn nîşan dide ku îdîaya me ya ji destpêkê ve ku ‘mirina Havînê ne xwekujî ye, kuştin e’ bi delîlên cidî tê piştrastkirin. Rapora adlî ya di dosyayê de, vekolînên krimînal û delîlên din bi hev re hatin nirxandin û di warê ronîkirina bûyerê de gavên girîng hatine avêtin. Lê belê, tevî vê yekê, gumanbar hîna ne girtî ye û ev rewş wijdana gel diêşîne. Ji dadgehê daxwaza girtina tawanbar hate kirin; lê dadgehê ev daxwaz bê sedem red kir û biryar da ku li ser tawanbar tedbîra kontrola edlî were sepandin. Di gelek mînakên ku di raya giştî de derketine holê de, ji bo tawanên cuda tedbîra girtinê pir caran tê bikaranîn; lê di dosyayên ku jinan jiyana xwe winda dikin an jî bi awayekî gumanbar dimirin de, di sepandina vê tedbîrê de tevgerîna hişyartir çêdibe. Ev rewş metirsiya wê yekê çêdike ku di dosyayên bi vî rengî de tedbîra girtinê bibe îstîsna.”
Bûyer ewil bi kûrahî nehat lêkolînkirin
Leyla Çelîk Guneş da zanîn ku zilamê Havîn Aşkanê çawişê pispor e û ji ber erka xwe ya bikaranîna çekê heye, ev yek xetereyan zêdetir çêdike û got: “Ev rewş hem ji bo birêvebirina tendurist a lêpirsînê hem jî ji bo ewlehiya giştî divê bi awayekî cuda were nirxandin. Ji aliyê din ve, mirina Havînê ne bûyereke takekesî ye. Li gorî daneyên sala 2025an, li Tirkiyeyê herî kêm 294 jin ji aliyê mêran ve hatine kuştin û 297 mirinên jinê jî wekî ‘gumanbar’ hatine qeydkirin. Di hema hema hemû mirinên jinên gumanbar de, tê zanîn ku dema jin jiyana xwe winda dikir, li cihê bûyerê an jî di têkiliya dawî de mêrek hebû. Lê belê, di gelek dosyayên mirinên jinên gumanbar de, di qonaxa destpêkê de bûyer bi kûrahî nehate lêkolînkirin, di sepandina tedbîrên parastinê yên li ser gumanbaran de derengî çêbû û bi taybetî ji bo tedbîra girtinê kêmî hate serî. Ev rewş derxistina rastiya maddî dijwar dike; metirsiya windabûn an jî tarîkirina delîlan zêde dike, di civakê de têgihiştina bêcezaîyê xurt dike û bi eşkere jinên ku tawan dikin cesaret dide.”
‘Li ser gumanbar muayeneya edlî di wextê xwe de nehate kirin’
Di berdewama axaftina xwe de Leyla Çelîk Guneş diyar kir ku ji ber biryarên veşartiyê yên di pêvajoya lêpirsînê de, wekî parêzerên gilîdar derfetên wan ên bi bandor destwerdana dosyayê sînordar bûne û wiha got: “Di dosyayê de, di nimûneyên ku ji binê neynûkên Havîn Aşkanê hatine girtin de DNA ya Îbrahîm Tektaşê gumanbar hate dîtin. Ev delîl ji bo xwezaya bûyerê pir girîng e û îhtîmala têkiliya fizîkî û pevçûnekê ya di dema bûyerê de tîne rojevê. Lê belê, di qonaxa destpêkê de ji ber ku mirin wekî mirina gumanbar nehate nirxandin, muayeneya edlî ya ku diviya bû tavilê li ser gumanbar were kirin, di wextê xwe de nehate kirin. Lê di vî rengî bûyeran de, ji bo tespîtkirina şopên lêdan, zor an pevçûnê yên li ser laşê gumanbar, destwerdana zû pir girîng e. Muayeneya edlî ya li ser gumanbar piştî demek dirêj ji bûyerê hate kirin û ev yek bû sedem ku ger delîlên fizîkî hebûna, di pêvajoya xwezayî de winda bibin. Ev rewş wekî kêmasiyeke ku rastiya maddî dijwar dike û nayê telafîkirin, divê were nirxandin.”
Banga li raya giştî
Leyla Çelîk Guneş di dawiyê de derbarê mijarê de ev tişt gotin: “Di pêvajoya lêpirsînê de hem sînorkirinên ku biryara veşartiyê çêdike hem jî nekirina di wextê xwe de ya prosedurên edlî yên pêwîst, careke din nîşan dide ku çiqas krîtîk e meşandina lêpirsîneke bi bandor û bêkêmasî. Mirina Havîn Aşkanê jî divê di vê çarçoveyê de were nirxandin. Bûyera ku di destpêkê de wekî ‘xwekujî’ hate nirxandin, di bin biryara veşartiyê de jî, bi israra me ya berhevkirina delîlan, bi awayekî sînordar jî be, li cem Serdozgeriyê cih girt û bû mijara doza bi gumanbarîya kuştinê. Ev rewş careke din nîşan dide ku divê mirinên jinên gumanbar bi baldarî û kûrahî bên vekolîn. Ev doz ne tenê pêvajoyeke darizandinê ye; di heman demê de ji bo parastina mafê jiyanê yê jinan, lêpirsîna bi bandor a mirinên jinên gumanbar û rakirina têgihiştina bêcezaîyê, wekî azmûnekê ye. Ji ber vê yekê em bang li hemû raya giştî dikin ku vê dozê ji nêz ve bişopîne û beşdarî bidin meşandina pêvajoya darizandinê bi awayekî zelal û adîlane.”
‘Em ê şopdarê dozê bin’
Piştî metna çapemeniyê, birayê Havîn Aşkanê Bedirxan Aşkan axivî û ev tişt gotin: “Xwişka min xwe nekuşt, hate kuştin. Delîl vê yekê nîşan didin. Tu girtin nine. Ev kes niha li Wanê wezîfeya xwe ya çalak dike. Em edaletê dixwazin û em ê şopdarê bûyerê bin.”












