KCDPê, derbarê dosyaya Gulistan Doku ya ku di 5ê çileye 2020an de li Dêrsimê hatibû windakirin de daxuyaniyek da û destnîşan kir ku divê dosya bi temamî were ronîkirin.
Platforma Em ê Kuştina Jinan Rawestînin (KCDP), derbarê dosyaya Gulistan Doku ya ku di 5ê çileya 2020an de li Dêrsimê hatibû windakirin de daxuyaniyek da çapemeniyê. Jinên ku li serê cadeya Kibris Şehîtlerî civiyan, heta Navenda Çandê ya Turkan Saylan meşiyan. Di daxuyaniya ku pankarta “We 6 salan veşart, hûn ê hesabê Gulistan bidin” hat vekirin, dirûşmên “Em ê hesabê Gülistan bipirsin”, “Em ê kuştina jinan rawestînin”, “Em bêdeng namînin, em natirsin, em îtaet nakin” û “Kujeran neparêze, darizîne” hatin berzkirin. Gelek jin beşdarî daxuyaniyê bûn û metna çapemeniyê ji aliyê Nûnera Platforma KCDPê ya Îzmîrê Elif Selin Erel ve hat xwendin.
‘Qîrîna Ayla Doku qîrîna me hemûyan e’
Elif Selin Erel bal kişand ser ku Gulistan Doku di nava şebekeyeke sûc û zirxê bêcezabûnê de hatiye windakirin û diyar kir ku li malbatê hatiye ferzkirin ku qebûl bikin keça wan xwe kuştiye û şîna wê bigirin. Elîf Selîn Erel da zanîn ku wesayîta spî ya ku beriya Gulîstan winda bibe hewl hatibû dayîn bi zorê lê were siwarkirin, di dema destpêkirina lêpirsînê de ji bajêr hat derxistin û got: “Dema ku delîla herî krîtîk li ber çavan dihat reşkirin, rayedaran tenê lê temaşe kir. Xebatên lêgerînê yên bi rojan di Gola Bendava Uzunçayirê de bêencam man. Di sala 2022an de we malbata Doku ya ku tenê daxwaza wan zanîna aqûbeta zaroka wan bû, di dema nobata edaletê de bi erdê re kaş kirin. Em ji vir dipirsin: Ew lez û bez û ew biryardariya ku we di dema binçavkirina malbatê de nîşan da; we çima ji bo kujer û hevkarên wan nîşan neda? Yên ku hewl dan malbatê bêdeng bikin, çima ‘destnedan kujeran? Xwişka Gulistan Doku, Aygul Doku, di sala 2022an de di merasîma mezûniyetê ya Zanîngeha Munzurê de piştî ku got ‘Me dê dîplomaya xwişka xwe bi hev re bigirtaya, Gulistan li ku ye?’ bi darê zorê ji kursiyê hat daxistin. Îro qîrîna Ayla Doku qîrîna me hemûyan e! Ayla îro di daxuyaniya xwe de dibêje: ‘Em êdî derewên xwekujiyê naxwazin; em wan delîlên şênber ên ku we veşartine û wan dîmenên kamerayan ên ku we jêbirine dixwazin. Em ne goristanê, em edaleta rastî dixwazin!’”
‘Em li pey her delîlekî ne’
Elif Selin Erel diyar kir ku waliyê wê demê Tuncay Sonel karta sîmê ya Gulistan girtiye û gotiye ez ê bişînim Enqereyê. Çi hat serê wê kartê? Yek ji daxwazên ku bi şev û roj di berf û seqemê de di nava bendavê de li Gulistan digeriyan, ji malbata Gulistan re dibêje; ‘Keça we ne li vir e, walî we dixapîne.’ Polîsek li ber malbatê îtîraf dike ku li hemberî 10 hezar dolaran peyamên Gulistan jêbirine. Kesên ku divê lêpirsîn li ser wan were kirin ka çi hat serê Gulistan, waliyê wê demê Tuncay Sonel û kurê wî Mustafa Turkay Sonel in. Her kesên ku delîl reş kirine ne. Em jî dibêjin ku; em li cem Ayla û malbata Doku ne. Em li pey her bêhiqûqiya di dosyayê de, her qeyda veşartî û her delîla ku hatiye revandin in! Tenê binçavkirin têrê nake! Bêyî ku li paşnav, meqam û bandora bavê kesî were nêrin; bila heta dawiyê bi ser dosyayê de biçin û ronî bikin. Ji îfadeyên şahidên nepenî heta daneyên dîjîtal divê hesabê her tiştî yek bi yek were pirsîn û kujer cezayê herî giran bigirin! Malbata Gulistan dê tu carî bi tenê nemeşe!”
Daxuyani piştî dirûşman bi dawî bû.













