PJAKê ragihand ku tevî ku ji aliyê nûnerên Komîteya Rêveber a Kongreyê ve bi fermî hatiye vexwendin jî, lê piştre navê partiya wan ji lîsteya vexwendinê hatiye jêbirin. Têkildarî mijarê ji du partiyên ku rola wan ya neyînî heye, zelalkirin xwest.
Komîteya Têkiliyên Derve ya Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) ragihand ku partiya wan berê ji aliyê nûnerên Komîteya Rêveber a Kongreya Azadiya Îranê ve bi fermî hatibû vexwendin. Her wiha ji bo bangeşeya ku dibêjin du partiyên din yên Kurd ên di kongreyê de amade ne ango Partiya Demokrat a Kurdistan a Îranê (PDK-Î) û Partiya Komeleya Kurdistan a Îranê, di pêvajoya jêbirina navê PJAKê ji lîsteya vexwendina kongreyê rol lîstine, PJAKê ji wan daxwaza zelalkirinê kir.













