Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Enqereyê bertek nîşanî binçavkirinên ji ber lûtkeya NATOyê yê li Enqereyê pêk hatiye da û got:”Divê yên hatin binçavkirin demildest bên berdan.”
Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Enqereyê, derbarê binçavkirinên ji ber lûtkeya NATOyê ya ku di 7-8’ê tîrmehê de li Enqereyê bê lidarxistin, pêk hatiye li Kolana Yukselê ya navçeya Çankayayê ya Enqereyê daxuyanî da. Parlameterên DEM Partiyê Heval Bozdag û Huseyîn Olan û nûnerên hêzên demokratîk tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta li ser “Ji NATOyê re na, divê yên hatine binçavkirin bên berdan” hat rakirin. Girse dirûşmeyên “Bijî têkoşina me ya rêxistinkirî”, “Zext nikarin me rawestinin” û “Bijî berxwedana ciwanan” berz kir.
‘Ji bo lûtkeya NATOyê binpêkirinên mafên mirovan zêde bûn’
Metna daxuyaniyê ji aliyê Hevserokê DEM Partiyê yê Enqereyê Yilmaz Yildirimci ve hat xwendin. Yilmaz Yildirimci diyar kir ku lûtkeya NATOyê ji bo binçavkirinan kirine hincet û wiha axivî: “Zêdetirî 200 kesên ku têkoşina demokrasî û azadiyê didin, bi hinceta lûtkeya NATOyê hatin binçavkirin. Walîtiya Enqereyê ji ber lûtkeya NATOyê civîn, meş û çalakiyên di navbera 28ê hezîranê û 10ê tîrmehê de qedexe kir. Ev kiryarên dijî demokrasiyê her ku diçe zêde dibin. Li Enqereyê bi destê polîs, daraz û desthilatê ve bilançoyeke giran a binpêkirina mafên mirovan derketiye holê. NATO heta îro ji ku derê lûtke li darxistiye li wir ji aliyê welatiyan ve nehatiyê xwestin û xwepêşandan hatine kirin. Heta ku hêzên emperyalist têk biçin wê têkoşina me bidome. Divê yên ku hatin binçavkirin demildest bên berdan.”
‘EV kiryar jne li gorî rihê pêvajoyê ne’
Piştî xwendina metna daxuyaniyê Parlementerê DEM Partiyê ya Bêdlîsê Huseyîn Olan axivî. Huseyîn Olan destnîşan kir ku ev kiryarên tên kirin gorî pêvajoyê nîne û wiha got:”Ev kiryarên tên kirin ne li gorî rihê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ne. Em li vir bang ji desthilatê jî dikin, eger ku hûn girîngiyê didin vê pêvajoyê divê hûn li pêşiya demokarasî, azadî û edaletê vekin. Hûn bi van zext û zordariyan nikarin li desthilatê bimînin.”
Girse bi berzkirina dirûşmeyan belav bû.



















