• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
26 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Hunermendê mezin Kadîr Înanir: Li vê axê dê aştiyek mezin serwer bibe

    Hunermendê mezin Kadîr Înanir: Li vê axê dê aştiyek mezin serwer bibe

    Repbêj Serhedo hat berdan

    Repbêj Serhedo hat berdan

    Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Divê mafên qanûnî yên her kesî bên misogerkirin

    Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Divê mafên qanûnî yên her kesî bên misogerkirin

    Nobeta edaletê ya karmendên ji kar hatine derxistin didome

    Nobeta edaletê ya karmendên ji kar hatine derxistin didome

    Repbêj Serhedo li Amedê hat binçavkirin

    Repbêj Serhedo li Amedê hat binçavkirin

    Kadîr Înanir rakirin çavdêriya awarte

    Kadîr Înanir jiyana xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Hunermendê mezin Kadîr Înanir: Li vê axê dê aştiyek mezin serwer bibe

    Hunermendê mezin Kadîr Înanir: Li vê axê dê aştiyek mezin serwer bibe

    Repbêj Serhedo hat berdan

    Repbêj Serhedo hat berdan

    Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Divê mafên qanûnî yên her kesî bên misogerkirin

    Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Divê mafên qanûnî yên her kesî bên misogerkirin

    Nobeta edaletê ya karmendên ji kar hatine derxistin didome

    Nobeta edaletê ya karmendên ji kar hatine derxistin didome

    Repbêj Serhedo li Amedê hat binçavkirin

    Repbêj Serhedo li Amedê hat binçavkirin

    Kadîr Înanir rakirin çavdêriya awarte

    Kadîr Înanir jiyana xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Cezaya li Ayşe Gokkan hatî birîn li Îzmirê hat şermezarkirin

Îzmîr / AW

26 HEZÎRAN 2026 - 19:31
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
Li Îzmîrê, cezayê girtîgehê ya li aktîvîsta TJAyê Ayşe Gokkan hatî birîn hat şermezarkirin û hat destnîşankirin ku ev biryar hesta bi pênaseyên gerdûnî yên hiqûqê re li hev nake.

Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), li dijî cezayê girtîgehê yê ku li aktîvîsta TJAyê Ayşe Gokkan hatî birîn, li ber Navenda Çandê ya Turkan Saylan a Îzmirê daxuyaniyek dan çapemeniyê. Daxuyanî ji aliyê aktîvîsta TJAyê Emîne Bozdag ve hat xwendin. Di çalakiyê de pankarta “Têkoşîna jinan a azadiyê nayê mehkûm kirin” hate vekirin û dirûşmeyên “Jin, Jiyan, Azadî” û “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” hatin berzkirin.

‘Ev biryar êrişeke siyasî ye’

Emîne Bozdag destnîşan kir ku cezayê 19 sal û 6 meh girtîgehê yê ku ji aliyê 9emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ve li Ayşe Gokkan hatî birîn, ne hiqûqî ye, êrîşeke siyasî ye. Û diyar kir ku ev ceza rasterast têkoşîna azadiyê ya hemû jinan dike armanc û got: “Ev êrîşeke siyasî ya li dijî jinên ku bi salan e ji bo azadiya jinan, wekhevî, demokrasî, aştî û jiyana hevpar a gelan têdikoşin e.”

‘Dozger daxwaza tehliyeyê kiribû’

Di berdewamiya daxuyaniyê de Emîne Bozdag bal kişand ser pêvajoya dadgehê û got: “Heta dozgerê dozê jî daxwaza tehliyeya Ayşe Gokkanê kiribû, lê tevî vê yekê jî biryara girtinê hatiye dayîn û got: “Ev biryar hesta edaletê birîndar dike û bi pênaseyên gerdûnî yên hiqûqê re li hev nake.”

‘Ayşe Gokkan ne bi tenê ye’

Emîne Bozdag, bi bîr xist ku Ayşe Gokkan di dadgehê de gotiye “Bi TJAyê serbilind im” û anî ziman ku ev gotin vîna hevpar a bi hezaran jinan e. Daxuyanî bi van gotinan bi dawî bû: “Em vê cezayê ku li Ayşe Gokkanê hatiye birîn qebûl nakin. Em ê li dijî polîtîkayên zext û tepisandinê yên li ser jinan, têkoşîna xwe mezin bikin. Ayşe Gokkan ne bi tenê ye.”

Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.

Etîket: Ayşe GokkancezadaxuyanîİzmirŞermezarTJA
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê: Ji bo aştiyê divê gavên berçav bên avêtin

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê: Ji bo aştiyê divê gavên berçav bên avêtin

26 HEZÎRAN 2026
YRK: Eger êriş bidomin em ê bersiva pêwîst bidin

YRK: Eger êriş bidomin em ê bersiva pêwîst bidin

25 HEZÎRAN 2026
ÎHD û OHDê yên Êlihê: Rêveberên rehabîlîtasyonê hewldane bûyerê veşêrin

ÎHD û OHDê yên Êlihê: Rêveberên rehabîlîtasyonê hewldane bûyerê veşêrin

25 HEZÎRAN 2026
Ala Kurdistanê û portreya Demîrtaş bû hinceta binçavkirina E.A ya 17 salî 

Ala Kurdistanê û portreya Demîrtaş bû hinceta binçavkirina E.A ya 17 salî 

24 HEZÎRAN 2026
Hêzên Demokrasiyê yên Enqereyê bertek nîşanî binçavkirinan da

Hêzên Demokrasiyê yên Enqereyê bertek nîşanî binçavkirinan da

24 HEZÎRAN 2026
Xelîl Xemgîn gel vexwend Mitîngên Azadiyê

Xelîl Xemgîn gel vexwend Mitîngên Azadiyê

24 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Dayika Aştiyê Behiye Sevîm jiyana xwe ji dest da

    Dayika Aştiyê Behiye Sevîm jiyana xwe ji dest da

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Repbêj Serhedo li Amedê hat binçavkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Dayika Behiye: Em hene û em ê hebin!

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Cenazeyê Dayika Aştiyê Behiye Sevîm hate veşartin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 26ê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweşê giran Mehmet Elçe tevî rapora ATKê jî nayê berdan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Banga Mitînga Azadiyê: Divê mitîng bibe bersiva pêvajoyê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rêya 13 sal in didome: Pere nayê şandin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Fexriye Yildirim: Medenî ket nav hewldana parastina gelê xwe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Daxwaza Bayram Balci vegera welat bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (724)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne