Bavê Tarik Ataykaya ku di Adara 2006an de di êrişa polîsan de jiyana xwe ji dest da, Nesîp Ataykaya li ser gora kurê xwe ew bi bîr anî û got: “Êdî bes e, bila aştî çêbibe.”
Li Amedê di bûyerên 28ê Adara 2006an ku piştî 14 HPGiyên li çoltera herêma Şênê ya Mûşê bi çekên kîmyewî hatin kuştin derketine de 7 jê zarok 14 kes hatin qetilkirin. Yek ji malbatên ku di van bûyeran de kurê wan hate kuştin jî malbata Ataykaya bû. Malbata Ataykaya di salvegera kuştina kurê xwe Tarik Ataykaya de ew li ser gora wî ya li Goristana Yenîkoy a navçeya Rezan a Amedê bi bîr anî. Bavê Tarik Ataykaya, Nesîp Ataykaya li ser gora kurê xwe axivî. Nesîp Ataykaya kesên ku di wê dîrokê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî û wiha got: “Ez aştiyê dixwazim. Kezeba min şewitî ye, hêj jî em dibêjin aştî. Êdî bes e, bila aştî çêbibe ev tişt biqedin.”
Çi qewimî
Di 24ê Adara 2006an de, di operasyona li herêmên çoltar ên Mûş, Amed û Çewlîgê de 14 HPGyî bi çekên kîmyewî ve hatin kuştin. Piştî karûbarên otopsiyê yên li Nexweşxaneya Dewletê ya Meletiyê, Bulent Tanişik (Amed), Mûzaffer Pehlîvan (Licê), Fatîh Çetîn (Xana Axpar) û Mahmut Guler (Pasûr) di 28ê Adara 2006an de anîn Amedê û li Goristana Yenîkoyê hatin veşartin. Polîsên ku li ber Qereqola 10ê Nîsanê ya li Rezanê tedbîrên tund girtibûn, bi wesayîtên zirxî, bombeyên gazê û ava şid mudaxileyî girseya ku ji goristanê vedigeriya kirin. Bi vê mudaxileyê re bûyer di demeke kin de li seranserî Amedê û piştre li gelek bajar û navçeyan din belav bûn. Di êrîşên polîs û leşkeran de 7 jê zarok, 14 kes jiyana xwe ji dest dan û gelek kes jî birîndar bûn.
Navên kesên hatin qetilkirin
Di çalakiyên ku hefteyekê dom kirin û li hemû bajarên herêmê belav bûn de li Amedê; Mehmed Akbûlût (18), Halîl Sogut (78), Tarik Ataykaya (23), Mehmet Işikçi(19), Mustafa Eryilmaz (26), Emrah Fîdan (17), Abdûllah Dûran (9), Enes Ata (6), Mahsûm Mizrak (17), Îsmaîl Erkek (8), Îlyas Aktaş (24), li Mêrdînê Ahmet Araç (27), Siddik Onder (22) û li Êlihê jî Fatîh Tekîn (3) hatin qetilkirin. Di raporên otopsiyê de hat diyarkirin ku Mehmed Akbûlût, Halîl Sogut û Mehmet Işikçi ji ber derbkirinê; Mustafa Eryilmaz, Emrah Fîdan, Abdullah Dûran, Fatîh Tekîn, Ahmet Araç û Siddik Onder bi çekê; Tarik Ataykaya, Enes Ata, Mahsûm Mizrak, Îsmaîl Erkek û Îlyas Aktaş jî bi guleyên gazê îsotê hatine kuştin. Li gorî rapora Baroya Amedê, di protestoyan de ji aliyê polîs û leşkeran ve 543 kes hatin binçavkirin. Ji kesên hatin binçavkirin 199 zarok bûn û 91ê van hatin girtin. Ji 344 kesên hatine binçavkirin jî 278ê wan hatin girtin. Li gorî rapora Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê, 563 kes (200 jê zarok) hatin binçavkirin, 554 kes sewqî dozgeriyê hatin kirin û ji wan 382 kes hatin girtin.
Bersûc nehatin darizandin
Tevî van hemû bûyer û qetlîaman, tenê di dozên Enes Ata û Mahsûm Mizrak de qonaxa darizandinê dest pê kir. Lêpirsînên din bi hinceta “lêgerîna daîmî” pêvajo hat dirêjkirin û dawîkirin. Derbarê 3 polîsên tîmên taybet ên ku bûn sedema mirina Enes Ata û Mahsûm Mizrak de, bi tohmeta “bi qesta bûne sedema mirinê” doza cezayê muebbetê hat vekirin. Di doza Mizrak û Ata yên ku 12 salan li 1emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê dom kir de. Dadgehê di 26ê nîsana 2018an de û ji bo polîsên bersûc H.A., B.O. û N.O. yên ku dihatin darizandin, bi hinceta “kêmasiya delîlan” biryara beraatê da. Her du dosye piştre birin Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM). Dosyeyên ku gelek caran birin îstînafê, bi biryara “neşopandinê” bi encam bûn. Tevî ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ji ber kesên jiyana xwe ji dest dane gelek caran Tirkiye mehkûm kir jî, tu kes nehat cezakirin.









