Rêxistina CPT-Amerîka ragihand ku di nava mehekê de 474 êriş ji aliyê Îran û komên ser bi wê ve êrişî başûrê Kurdistanê hatiye kirin û ji ber van êrişan jî 14 kes jiyana xwe ji dest dane û 93 kes jî birîndar bûne.
Tîma Rêxistina Avakirina Aştiya Civakê ya Emerîkayê ya li Kurdistanê-Iraqê (CPT) daneyên encama êrişên mehekê ya rejîma Îranê û komên ser bi wê ve ya li ser Herêma Kurdistanê daxuyaniyek da.
Li gorî daneyên CPT-Amerîkayê di nava mehekê de 474 êrişên bi moşek û dronan li ser başûrê Kurdistanê hatiye kirin. Li gorî vê; 307 êriş li ser Hewlêr, 90 êriş li Silêmaniyê, 11 êriş li Dihok û 3 êriş jî li ser Helebce pêk hatiye.
Di daxuyaniyê de qala qurbaniyan jî hatiye kirin û ev agahî hatiye dayîn: “Ji ber êrişan 14 kes şehîd û 93 kes jî birîndar bûne. Di nava qûrbaniyan de hêzên pêşmerge, sivîl û penaberên rojhilatê Kurdistanê jî hene.”
Her wiha di dewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ziyan gihiştiye avahiyên 46 sivîlan, dîsa ziyan gihiştiye 32 wesayîtên xelkên herêmê. Hate ragihandin ji ber êrişan dibistan hatine girtin.
Herî dawî CPTê diyar kir ku divê jiyana welatiyên sivîl bê parastin û ziyanên wan bên pêşwazîkirin û got: “Li ser Hikûmeta Iraqê ferze bi rêya dîplomasiyê hewl bide Herêma Kurdistan û Iraqê bide.













