Amed-Civaknas Dîcle Sayyîgît destnîşan kir ku bi hincetên dînbûna çawişekî pispor, tengaviya endamekî emniyetê yan jî meseleya nav malbatê û namûsê kiryarên rasteqîn û hevkarên bûyerên qetilkirina jinan tên nixumandin û got ku kiryar û mekanîzmayên ku kiryar û sûcdaran diparêzin bi saya têkoşîna tevgerên jin teşhîr bûne.
Li Kurdistanê kuştina jinan û tundiya li hemberî jinan roj bi roj zêde dibe. Herî dawî çawişê pispor Mûsa Gezer li Şemzînana Colemêrgê jina pê re zewicî Gulşen Gezer, dayik û du xwişk-birayên wê qetil kir. Bûyer li nava civakê bû sedema nerazîbûneke mezin. Piştî vê komkujiyê, kiryar bi heman çekê dawî li jiyana xwe anî.
Li gorî daneyên tundiya hêzên ewlekariyê, di nava pênc salan de 14 jin bi destê çawişên pispor, cerdevan an jî polîsan hatin qetilkirin.
Civaknas Dîcle Sayyîgît li ser van kuştinan û polîtîkayên necezakirinê ji ajansa ANFê re axivî û anî ziman ku bûyerên salên dawî bi destê hêzên ewlekariyê û personelên leşkerî ve hatin kirin nabe weke bûyerên şexsî bêne nirxandin.
‘Kiryarên li hember jinan divê wek sûcên şexsî neyên dîtin’
Dîcle Sayyîgît ragihand ku tundiya li hemberî jinan nikare weke sûcên şexsî bên dîtin û wiha got: “Ev feraset bi qanûnan, normên civakî û çarçoveyên cuda têne ferzkirin û avakirin. Di heman demê de bi destê dewletê, bi hêza leşkerî û mîlîtarîzmê tê parastin û ji rêzê tê nîşandan.”
Di bin navê ‘parastina welêt’ de teşhîrkirina jinên Kurd
Di axaftina xwe de Dîcle Sayyîgît ragihand ku di bin navê ‘parastina welêt’ li bajarên Kurdan jin têne teşhîrkirin û ev nirxandin kir: “Bi salan li bajarên Kurdan di operasyonên leşkerî de jin û bedena şervanên jin hatin teşhîrkirin, îşkence li wan hate kirin, biçûk hatin xistin û ev kiryar jî di bin navê ‘parastina welêt’ de hatin rewakirin.”
Dîcle Sayyîgît destnîşan kir ku bi hincetên dînbûna çawişekî pispor, tengaviya endamekî emniyetê yan jî meseleya nav malbatê û namûsê kiryarên rasteqîn û hevkarên bûyerên qetilkirina jinan tên nixumandin û ev tişt vegot: “Halbûkî em zanin ev bûyer ne tenê di berpirsyariya kiryaran de ye. Para wê pergalê heye ku bi necezakirinê teşwîq dike, xelatê dide kiryar û êrîşê dibe ser mafên jinan.”
Têkoşîn û rêxistinbûyîna jinan
Her wiha Dîcle Sayyîgît da zanîn ku kiryar û mekanîzmayên ku kiryar û sûcdaran diparêzin bi saya têkoşîna bi salan a tevgerên jin teşhîr bûne û bi van hevokan îşaret bi girîngiya têkoşîna rêxistsinbûyî ya jinan kir: “Eger îro em dikarin van kiryaran niqaş bikin, nasnameya wan teşhîr bikin û li ser van avaniyan biaxivin, ev yek encameke têkoşîna jinan e. Lê belê hîn gelek bûyer hene ku em pê nizanin. Ji ber vê yekê heta têkoşîna rêxistinbûyî neyê niqaşkirin wê qirkirin û komkujiya li hemberî jinan bi destê mîlîtarîzmê bêne rewakirin.”









