Serokê Amerîkayê Trump doh û îro li ser rewşa şer ya herî dawî gelek tişt anî ziman û Îranê hem bi zimaneke nerm û hem jî hişk hişyar kir.
Donald Trump di balafira Hêza Hewayî ya Yekemîn (Air Force One) de got ku Îran dê hemû daxwazên me qebûl bike û dev ji çekên nukleerî berde û got: “Rejîm guheriye û em niha bi kesên nû re rûbirû ne. Heke daxwazên me qebûl nekin, em dikarin di nava deqeyan de rê li ber kiryarên wan bigirin.”
Trump: Koordînasyon baş e di kêliyê de encam tê girtin
Serokê Amerîkayê Donald Trump got ku li heremê li dijî Îranê koordinasyona me ya bi hevalbendên me yên wek Erebîstana Siûdî, Qatar, Yekîteya Mîrîtîyên Ereb û Behreynê re pir baş e û anî ziman ku berteka hevalên wan ya li dijî Îranê pir tund e.
Li ser pirsa “Îran ji keştiyên di Kendava Hurmuzê de derbas bibin bacê distîne?” re bersiveke kurt da û wiha pêde çû: “Em di nava çend deqeyan de vê hewildanê pûç dikin. Lê divê bêzanîn Îranê biryareke wisa xistiye meriyetê an na.”
Trump: Bi ya me nekin dê welatê xwe wenda bikin
Donald Trump bi hişyariyekê diyar kir ku Îran dev ji daxwaza xwe yên nukleerî bernede, ew ê bi metirsiya wendakirina welatê xwe ve rûbirû bimînin. Her wiha xwest ku Tehran daxwazên Amerîkayê bi cih bîne. Trump derbarê mijarê de ev tişt gotin: ” Heke Îran şertên Amerîkayê qebûl bike, ew careke din dikare bibe neteweyeke mezin.”
‘Îranê, piraniya daxwazên Amerîkayê yên ji 15 xalan pêk tê qebûl kiriye’
Trump daxwaza Amerîkayê ya lîsteya 15 xalan pêk tê bibîr xist û wiha pêde çû: “Îranê ji 12 xalên Amerîkayê ji wan xwestibûn qebûl kiriye û di danûstandinan de pêşketineke berbiçav çêbûye.” Li gor gotina Trump piraniya daxwazên wan hatine qebûlkirin û hevdîtinên rasterast û ne rasterast bi rêya navbeynkaran gelek baş birêve diçe.
Li gor îdiyaya Trump Îranê wekî nîşana niyeta baş pêşniyar kiriye ku Îran 20 keştiyên barkêş petrol daye Amerîkayê û keştiyên barkêş dê sibê dest bi kar bikin.
Trump: Li Îranê guhertina rejîmê pêk hatiye
Serokê Amerîkayê aşkera kir ku şerê Amerîka-Îsraîlê li Îranê rejîmê guhertiye. Li gor Serokê Amerîkayê kuştina rêveberên payebilind yên li Îranê guhertina rejîmê ye. Trump di balafirê de ji rojnamegeran re ev tişt anî ziman: “Ez bawer dikim em ê bi wan re li hev bikin, ez di vî warî de pir bawer im. Lê belê li Îranê guhertina rejîmê çêbûye. Em rûbirûyî mirovên wisa ne ku berê tu kes rûbirûyî wan nebûye. Komeke mirovên ya bi tevahî cuda. Ji ber vê yekê ez vê yekê wekî guhertina rejîmê dihesibînim.”
‘Danûstandinên bi Îranê re bi rêya Pakistanî pêş dikevin’
Li gorî agahiya rojnameya Financial Timesê Serokê Amerîkayê Donald Trump got ku danûstandinên nerasterast ên di navbera Amerîka û Îranê de bi ser Pakistanî li pêş dikevin.
Dema pirsa vebûna Kendava Hurmuzê û aqûbeta agirbestê hat pirsîn Trump hûrgulî nedan û wiha got: “Dikare di demek pir kurt de lihevkirinek çêbibe”. Trump her wiha îdia kir ku, wekî îşaretek di dema danûstandinan de, Îranê rê daye tankerên petrolê yên bi ala Pakistanê ji Kendava Hurmuzê derbas bibin û got dibe ku hejmara van keştiyan zêde dibe. Trump di dawiyê axaftina xwe de îdia dike ku wan 13 hezar hedef îmha kirine, 3 hezar hedef mane û gotdanûstandin “baş” derbas dibin.













