* Berdevkê Dîplomasiya PJAKê yê Ewropayê Zagros Enderyarî anî ziman ku piştî êrişên Îsraîl û Amerîkayê li ser Îranê rejîm pir lawaz bûye û got: “Heke şer meheke din berdewam bike û li hevkirinek jî bibe êdî ew rejîm nikare bibe rejîma berê. Yanî Komara Îsalamî ya Îranê tu car nikare vegere rewşa beriya şer.”
* Berdevka Meclîsa Jinan a DBPê Bêrîvan Bahçecî bal kişand ser girîngiya azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha got: “Heya azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd pêk neyê, em nikarin behsa pêvajoyek çareseriyê û aştiyê bikin”
* Îro rojbûna hosteyê sînemaya Kurdî Yilmaz Guney e. Yilmaz Guney ê ku çerxa sînemaya Tirkiyeyê guherand bi van gotinên xwe tê bîra hezkirîyên xwe: “Çiya, deşt û çemên me li benda me ne. Em naxwazin hemû emrê xwe li xerîbiyê derbas bikin û stranên xerîbiyê bistirên. Em gelê ku bi mêrxasiyên xwe destan nivîsandin e; vîn, biryardarî û şert û mercên me hene ku em hemû zehmetiyên li pêşiya xwe têk bibin. Dost û dijmin, bila her kes bizanibe ku; em ê bi ser bikevin, em ê teqez bi ser bikevin.”
* Rêveberê Şaxa SESê ya Wanê Umît Çapa diyar kir ku pergala tenduristiyê veguheriye qada bazirganiyê û got: “Nebûna xizmeta bi zimanê dayikê, astengiyek mezin e ku nexweş nikarin xwe baş îfade bikin. Dema navbera di bijîşk û nexweşan de jihev fêmkirin çênebe xizmet jî cihe xwe nagire.”
* Koordînatorê Çandê yê Şaredariya Farqînê Fesîh Çetînkaya diyar kir ku ew îro dest bi serlêdana 2yemîn Pêşbirka Çîrok û Helbestê ya Serê Gulanê dikin û got: “Pêşbirka me xwedî diyarî ye. Em bi van xebatên çand, hunerî û wêjeyî dixwazin li ber bişaftinê bisekinin û ji holê rakin.”
* Li navçeya Hîlwanê dê bi dirûşma, “Ji Hîlwanê ber bi Amarayê ve bi agirê Newrozê ber bi azadiyê ve” dê bi beşdariya Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir starta pîrozbahiyên 4ê Nîsanê bê dayîn. (10:00-17:00)
* TJA dê bi boneya 4ê Nîsanê Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Daristana Karakopruyê ya li ser rêya Amed û Mêrdînê çandina daran pêk bîne û li Kirklardagiyê çalakiya bafirokan li dar bixe. (12:00-15:00)
* Komeleya Wêjekar û Nivîskarên Kurd ên Serhedê (KURDÎWAR) li avahiya xwe ya li navçeya Tûşbayê ya Wanê dê bi merasîmekê damezrandina xwe ragihîne. (14:00)
Komaleya Çandê ya Siwêregê di salvegera rojbûna 47emîn a Yilmaz Guney de dê li Navenda Çandê ya Alî Emirî ya li navçeya Fatîh a Stenbolê bernameya bîranînê li dar bixe. (19:30)
Kirmanckî
* Cezayîr Kayaye waşîya xo dewa Gomê Dîyarî de ramita. Emrê xo gurîyayiş ra verdo ra, nika qayte kokime xo kena û wina vana: “Ma domanê hardê dewrîşîme, jê gulsosine qaytê kokime xo kenîme.”










