• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
27 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Stenbolê êrişa polîsan: 2 ciwan birîndar bûn û 6 ciwan hatin binçavkirin

    Li Stenbolê êrişa polîsan: 2 ciwan birîndar bûn û 6 ciwan hatin binçavkirin

    Ciwanan ji bo “Mitînga Azadiyê” banga tevlibûnê kir

    Ciwanan ji bo “Mitînga Azadiyê” banga tevlibûnê kir

    Li Esenlerê bangawaziya Mitînga Azadiyê

    Li Esenlerê bangawaziya Mitînga Azadiyê

    Tulay Hatîmogullari: Ev pêvajo divê bi aştiyê tacîdar bibe  Çetîn Arkaş: Em dixwazin ku Rêber Apo demildest bê berdan

    Tulay Hatîmogullari: Ev pêvajo divê bi aştiyê tacîdar bibe
    Çetîn Arkaş: Em dixwazin ku Rêber Apo demildest bê berdan

    Sebahat Tuncel: Wê deriyên Îmraliyê gel veke, ne dewletKeskîn Bayindir: Em ê dawiya dawî bigihêjin statu û mafê xwe

    Sebahat Tuncel: Wê deriyên Îmraliyê gel veke, ne dewlet
    Keskîn Bayindir: Em ê dawiya dawî bigihêjin statu û mafê xwe

    Mitîngên Azadiyê li Wan û Mêrsînê bi coşek mezin destpê kirin ZINDÎ

    Mitîngên Azadiyê li Wan û Mêrsînê bi coşek mezin destpê kirin ZINDÎ

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Navenda Nûçeyan / AW

27 HEZÎRAN 2026 - 21:12
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari di Mitînga Mêrsînê de axivî û got: “Ev pêvajo divê bi aştiyê tacîdar be.” Ji Sekreterya Îmraliyê Çetîn Arkaş jî got: “Em dixwazin ku Rêber Apo demildest bê berdan. Hewce bike em ê dest ji her tiştî berdin lê em tu carê dest ji Rêber Apo bernadin.”

Li Mêrsînê bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dirûşmeya ‘Bi Rêbertiya Azad re ber bi civaka demorkatîk’ li Parka Mîllet mîtîng pêk hat. Di mitîngê de ji sekreterya Îmraliyê Çetîn Arkaş axivî. Çetîn Arkaş bi dirûmeyan derket ser dîkê û bi bîranîna lîstikvan Kadîr Înanir ku jiyana xwe ji dest da dest bi axaftina xwe kir.

 ‘Em ê birînan bi hev re bikewînin’

Çetîn Arkaş gelê Çukurovayê li ser navê Abdullah Ocalan silav kir û got: “Gelê Çukurovayê her tim ji bo aştiyê jiyaye.Em bi wekheviya gelan ji dil bawerin. Em rastî zilmê bên fatureya wê ligel nabirin. Komar bi înkarkirina Kurdan hat avakirin. Vê înkarê komar seqet hişt. Niha divê ev kêmasî ji holê bê rakirin. Ji şer re êdî na. Pirsgrêk yek alî çareser nabe. Divê li hember hemû xesasiyetan heman rêzdarî bê nîşandan. Bila kes şer ji me venebêje; ji xwe em ji nav şer hatine. Em ê ji birînên xwe hêzê bigirn. Em ê birînan bi hev re bikewînin.”

‘Em dest ji azadiya Rêber Apo bernadin’

Çetîn Arkaş daxuyakirin ku rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û  wiha domand: “Divê dewlet vê rastiyê baş bizanibe. Yekitiya Kurdan nayê wateya ku sînor diguherin. Divê gelê Kurd esas bê girtin. Ji bo pêşeroja zarokên xwe divê em aştiyê ava dikin. 45 roje kes binikare bi Rêber Apo re hevdîtinê bike? Çima? Çima ve tê kirin?bi tehdîdkirina Rêber Apo pêvajo nikare bê meşandin. Divê Rêber Apo azad bê berdan.

‘Em ê bi hev re pêşwazî bikin’

Çetîn Arkaş wiha got: “Em dest ji têkoşîna aştî û azadiyê bernadin. Em ê Rêber Apo li Çukurvaoyê bi hev re pêşwazî bikin. Me tu carê ji vî gelî re derew negotine. Kurd ne bê alternatîfin. Em ketin vê rê, em ê bi ser kevin. Em ê li Çukurovayê bi hev re Rêber Apo pêşwazî bikin.”

Piştî axaftina Çetîn Arkaş ji axaftinên Abdullah Ocalan sînevîzyon hat nîşandan.

Piştî sînevîzyonê Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari axivî. Tulay Hatîmogullari gireya ku ji bo azadiya Abdullah Ocalan qad tije kiribû silav kir û wiha got: “Ya herî baş aştiyê fêm dike, esas gire, gel û bawerî lê dijîn û pira navbera gelan de ava dike Çukurovaye. Li vir Kurd, Ereb, Ermenî û Roman li heman taxê ligel hev dijîn.”

 ‘Em qanûnê dipên’

Tulay Hatîmogullari da zanîn ku niha li Wanê jî mîtînga azadiyê pêk tê û wiha pê d eçû: “Li Wanê jî gelê Serhedê kom bûye. Ji bo aştî û azadiya Abdullah Ocalan kom bûne. Em dixwazin ku ev pêvajo bi aştiyê tacîdar bin. Divê demildest guherîna veguherîna demorkatîk pêk bê. Em bi vê esasê ligel hev in.  Bi banga Birêz Ocalan re li Tirkiyeyê pêvajoyek dîrokî dest pê kir. Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk. Piştî pêvajoyê me dipa ku pêvajo bil ez bimeşe. Em hêvî, fikar û pirsên gelê xwe yê li vê qadê li ser ekranên televîzyonan ji dil dizanin û hîs dikin. Em bi van hest û fikran pêvajoyê bi hev re dibin. Hîna qanûnek nehatiye. Em wek gelê Kurd û Tirk hemû Hêzên demokrasiyê bi hev re vê qanûnê dipên.”

Em bi hev re biqîrin

Tulay Hatîmogullari di axaftina xwe de da zanîn ku divê daxwaza aştiyê ne tenê daxwaza Kurdan be û wiha got: “Fêdeya aştiyê tenê ji gelê Kurd re tuneye. Aştî ji bo hemû gelên Tirkiyeyê pêwiste. Wê jiyan hemû gelan hêsan bike, pêşiya demokrasiyê vebike. Ji ber vê jî divê em hemû bi hev re aştiyê biqîrin.Em soz didin ku em ê komara demokratîk bi hev re ava bikin. Bila ji vir çepikek xurt, tilîliyek xurt biçe Îmraliyê. Bila çepikek xurt biçe Îmraliyê. Aştî tê wateya rêxistinkirina aştiyê. Em ê jî rêxistinkirina aştiyê bi biryar bidomînin.”

Piştî axaftina Tulay Hatîmogullari hunermend Ronî Artîn û Arhat derketin ser dîkê.

Etîket: Abdullah OcalanAzadiÇetîn ArkaşHevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay HatîmogullariMêrsînMîtîng
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Ciwanan ji bo “Mitînga Azadiyê” banga tevlibûnê kir

Ciwanan ji bo “Mitînga Azadiyê” banga tevlibûnê kir

27 HEZÎRAN 2026
Mitîngên Azadiyê li Wan û Mêrsînê bi coşek mezin destpê kirin ZINDÎ

Mitîngên Azadiyê li Wan û Mêrsînê bi coşek mezin destpê kirin ZINDÎ

27 HEZÎRAN 2026
Wan ji bo Mitînga Azadiyê amade ye: Ji bo azadiya Abdullah Ocalan qadê tijî bikin

Wan ji bo Mitînga Azadiyê amade ye: Ji bo azadiya Abdullah Ocalan qadê tijî bikin

26 HEZÎRAN 2026
Banga Mitînga Azadiyê: Divê mitîng bibe bersiva pêvajoyê

Banga Mitînga Azadiyê: Divê mitîng bibe bersiva pêvajoyê

26 HEZÎRAN 2026
Civînên gel ên DBPê didomin: Em destûrê nadin ku hêviyên gel werin tunekirin

Civînên gel ên DBPê didomin: Em destûrê nadin ku hêviyên gel werin tunekirin

24 HEZÎRAN 2026
Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Bila azadiya Ocalan pêk were û pêvajo bidome

Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Bila azadiya Ocalan pêk were û pêvajo bidome

24 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Konferansa Zimanê Kurdî dest pê kir: Divê her kesên ji xwe re dibêjin welatparêz bi Kurdî biaxivin

    Konferansa Zimanê Kurdî dest pê kir: Divê her kesên ji xwe re dibêjin welatparêz bi Kurdî biaxivin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Cenazeyê rojnameger Bayram Balci hate veşartin: Em ê xwedî li têkoşîna te derkevin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Mitîngên Azadiyê li Wan û Mêrsînê bi coşek mezin destpê kirin ZINDÎ

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Werin em tev li mitînga azadiya Serokatî û girtiyên azadiyê bibin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Êlihê dîmenên nû yên îşkenceyê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 27ê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Konferansa ziman didome: Divê zimanê me bi qanûnan were mîsogerkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Konferansa Zimanê Kurdî bi niqaş û axaftinan didome

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Xizmên Windayan: Parastina kujeran hevkariya sûc e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Şahidê salên 90î: Em dixwazin di nav pargelek demokratîk û azad de bijîn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (755)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne