* Li Îzmîrê saziyên demokratîk di 3 mehên pêşîn ên 2026an de zêdetirî 100 daxuyanî dan, lê cihgirtina Kurdî tenê di asta ji %11 de ma. Ev tabloya ku bi nûçeyên Ajansa Welat hatine bi dest xistin bi me dide nîşandan ku zimanê nêzî mîlyonek Kurdî di qada polîtîk de tê piştguhkirin û demokrasiya saziyan rûbirûyî krîzeke kûr e.
* Rojnameger Ekrem Berekat anî ziman ku her çiqas Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê daxuyaniyên berovajî xalên peymanê bide jî li gorî peymanê divê mafên gelê Kurd û xweseriya Rojava bên parastin û got: “Nenaskirina hebûna Rojava, nenaskirina xalên peymanê ye. Ji bo vê divê Hikûmeta Sûriyeyê gav biavêje. Nexwe mimkûn nîn e pirsgirêk çareser bibe.”
* Rêvebera OHDê Gulbahar Ateş binçavkirin û girtinên bi hinceta Newrozê pêk hatin nirxand û diyar kir ku krîmînalîzekirina çand û nasnameya Kurdî li dijî ruhê aştiyê ye û girtina kesan a bi hinceta cil û bergên neteweyî, binpêkirina mafên mirovan e.
* Li herêma Serhedê bi armanca parastina bîra wêjeyî û gihandina mîrasa çandî ji nifşên nû re, KURDÎWAR hat damezrandin. Hevseroka demkî ya komeleyê Elîf Gemicîoglû diyar kir ku divê di bin sîwana vê komeleyê de her tişt bi feraseta jinan û bi ruhê ciwanan bê birêvebirin.
* Taxên Buzxane, Selîmbey û Rêya Kevn ya Kelehê ên bi ser navçeya Rêya Armûşê ve di bin qirêjiyê de mane. Welatiyên ku gilî û gazinên xwe anîn ziman, bang li rayedaran kirin ku berpirsiyariyên xwe bi cih bînin.
* Li navçeyên Hewag, Sêwreg û Serêkaniyê yên Rihayê di çarçoveya festîvala bi boneya 4ê Nîsanê de tê lidarxistin dê meş bên lidarxistin, dîwana dengbêjan bê danîn û konser bên lidarxistin. (12:00-19:00)
* Şaxên OHDê û ÎHDê ji bo endamê OHDê Musa Bendaş ê ku bi hinceta tev li çalakiyên êrişên li ser Rojava bûye û hatibû girtin dê daxuyanî bidin. (12:30)
* MKG û DFGê wê rojneger Evîn Bûldan li ser gora wê ya li navçeya Geverê ya Colemêrgê bi bîr bîne. (13:00)
* TJA, dê bi boneya 4ê Nîsanê Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li eywaneke dawetê ya li Wanê pîrozbahiyekê li dar bixe. (13:00)
* TJA, dê bi boneya 4ê Nîsanê Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Parka Ekîn Ceren a li navçeya Peyasê şahiyek li dar bixe. (16:00)










