Piştî daxuyaniyên ji bo rizgarkirina pîlotên Amerîkî Trump careke din dest bi gef xwarinê kir û ji bo Tengava Hurmuzê vebe ultîmatom da Îranê.
Serokê Amerîkayê Donald Trump, bi peyameke pir tund a li ser hesabê xwe yê Truth Social, gefeke nû û “wekî dojehê” li rêveberiya Îranê xwar. Trump diyar kir ku heke Îran Tengava Hurmizê demildest veneke, roja Sêşemê dê bibe “Roja Santralên Elektrîkê û Piran.
‘48 setên we mane’
Trump di peyama xwe de bi zimanekî tûj bang li serokatiya Îranê kir û got: “Tengava girtî vekin, nexwe hûn ê di dojehê de bijîn.” Serokê Amerîkayê ultîmatoma xwe ya roja şemiyê dubare kir û destnîşan kir ku tenê 48 saet wextê Tehranê maye berî ku “dojeh bi ser wan de bibare”.
Sêşem roja rûxandina binesaziyan e
Trump bi awayekî eşkere hedefên êrîşên nû yên 7ê Nîsana 2026an wiha diyar kirin: “Hemû santralên elektrîkê yên Îranê dê werin lêdan. Pirên stratejîk ên welat dê werin hilweşandin.”
Trump peyama xwe bi gotina “Tenê temaşe bikin! Şukur ji Xwedê re” bi dawî kir.
Reuters: Îran tengavê venake
Tevî van gefên giran, ajansa nûçeyan a Reuters ragihand ku li gorî raporên îstîxbarata Amerîkayê, Îran naxwaze Tengava Hurmuzê veke. Sedema vê yekê jî ew e ku kontrolkirina vê rêya stratejîk ya petrolê, “yekane koza bi hêz” e ku di destê Tehranê de li dijî Amerîkayê maye.
Rageşî di lûtkeyê de ye
Pisporên leşkerî hişyarî didin ku heke Trump gefa xwe pêk bîne, binesaziya Îranê dê bi temamî têk biçe û dibe ku şer derbasî qonaxeke nû ya bejayî bibe.













