Di demekê de rageşiya li Rojhilata Navîn gihîştiye lûtkeyê û şerê di navbera Îsraîl û Îranê de derbasî qonaxa rûbirûbûna rasterast bûye, pêvajoya hilbijartinên Îsraîlê bûye rojeva sereke. Li gorî anketa niha muxalefet li pêşiya Nehatyahû û hevpeymanên wî ye. Lê tişta esas tê meraqkirin û pirsîn ew e ku dê çi cudahiya polîtîkayên muxalefetê ji îktidara niha hebe.
Siyaseta navxweyî ya Îsraîlê, di bin siya şerê Xezayê, pevçûnên li eniya bakur bi Hizbullahê re û rûbirûbûna rasterast a bi Komara Îslamî ya Îranê re, di nava qeyraneke kûr de ye. Pêvajoya hilbijartinê ne tenê ji bo çarenûsa siyasî ya Serokwezîr Benjamin Netanyahu, di heman demê de ji bo pêşeroja şerê hegemonyayê yê li tevahiya Rojhilata Navîn jî xwedî girîngiyeke krîtîk e. Rêveberiya rastgir û radîkal a Netanyahu, ji bo ku desthilatdariya xwe biparêze şer wekî amûrekê bi kar tîne, lê li aliyê din bloka muxalefetê hewl dide li ser nerazîbûnên civakî û ewlekariyê bi ser bikeve.
Rewşa dawî û blokên siyasî: Kî bi avantaj e?
Li Îsraîlê niha du blokên serdest di nava rikeberiyek mezin de ne. Di bloka yekem de; Serokwezîr Benjamin Netanyahu û hevpeymanên wî yên rastgirên radîkal wekî Îtamar Ben-Gvîr û Bezalel Smotrîch cih digirin. Di bloka duyem a muxalefetê de jî fîgurên wekî Benny Gantz (Yekîtiya Neteweyî) û Yaîr Lapîd (Yeş Atîd) derdikevin pêş.
Slogana Netanyahû: Şerê man û nemanê
Li gorî anketên dawî yên li Îsraîlê, bloka muxalefetê bi taybetî jî Benny Gantz, li pêş e û bi avantaj xuya dike. Nerazîbûnên li dijî Netanyahu yên ji ber qeyrana ewlekariyê, encamnegirtina mijara rehîneyan û tecrîda navneteweyî ya li ser Îsraîlê, hêza muxalefetê zêde kiriye. Lê belê, Netanyahu ji bo ku vê avantaja muxalefetê bişkîne, qarta “metirsiya hebûnî ya ji Îranê” bi kar tîne û hewl dide civakê di bin sîwana “şerê man û nemanê” de li dora xwe kom bike. Ji ber vê yekê, her çend muxalefet di anketan de li pêş be jî, zêdebûna rageşiya bi Îranê re dikare hevsengiyê di kêliya dawî de biguherîne.
‘Bandora li ser şerê Îranê wê çawa be?’
Encamên vê hilbijartinê wê rasterast bandorê li şêwaz û asta şerê di navbera Tel Avîv û Tehranê de bike. Eger bloka Netanyahu bi ser bikeve, dê polîtîkaya şer bidome. Hikumeta rastgir a radîkal, ji bo ku statukoya xwe biparêze, heta niha bêsînor tevgeriya. Dibe ku êrişên rasterast ên li ser binesaziya nukleerî û leşkerî ya Îranê zêdetir bibin. Ev senaryo, tê wateya kûrkirina krîzê û zêdebûna îhtîmala teqîneke mezin a ku wê rasterast DYAyê jî bikişîne nav şerekî herêmî.
Muxalafet dê polîtîkayên nermtir bişopîne
Eger bloka Gantz/Lapîd bi ser bikeve, her çend muxalefet li dijî Îranê xwedî heman nêrîna ‘dijminatiyê’ be jî, şêwazê wan ê şer cudatir e. Tê payîn ku hikumeteke bi pêşengiya Gantz, zêdetir bi kordînasyona bi DYA û welatên Rojava re tevbigere. Dê şerê vekirî û rûbirûbûna rasterast kêm bibe û li şûna wê dîsa ‘şerê sîber, operasyonên îstîxbaratî û şerê wekaletê’ derkeve pêş.













