Berdevka Çapemeniyê ya PJAKê Gelawêj Ewrîn, nerazîbûn nîqaşî angaşta ‘çek dayîna Kurdan’ da û bang, “Serokê DYAyê Donald Trump çek dabin kî bila aşkera bike” kir.
Gotinên Serokê DYAyê Donald Trump ên “Me di ser Kurdan re gelek çek ji xwepêşanderên Îranî re şandin. Ez difikirim ku Kurdan ev çek ji xwe re hiştine, lewma ez gelekî bêhêvî bûm” di rojên dawî de ji aliyê gelek derdoran ve careke din tê nîqaşkirin. Hin derdor van daxuyaniyan bi kar tînin û hewleke mezin didin ku Kurdan bikin hedef. Di demek ku piştî serdana Trump a li Çînê tê gotin wê li dijî Îranê planeke nû û encamgir bikeve dewrê, dubarebûna van nîqaşan dibe sedema bertekan. Tevî ku Hevserokên PJAKê beriya niha gelek caran eşkere kiribûn ku wan tu çek negirtine jî, domandina van nîqaşan rastî berteka tund a PJAKê hat.
‘Kî çek girtibin divê aşkera bikin’
Berdevka Çapemeniyê ya PJAKê Gelawêj Ewrîn, destnîşan kir ku egera destwerdaneke nû li ser Îranê heye û ji bo dawîkirina nîqaşên derbarê çekan de wiha got: “Serokê DYAyê Donald Trump çek dabin kî bila aşkera bike.” Ewrîn her wiha bang li partiyên Kurdan jî kir û wiha domand: “Kê çi çek girtibe bila eşkere bike û zêdetir vê rewşê şêlû nekin.”
‘Li dijî Îranê îhtîmala destwerdanê heye’
Ewrîn bal kişand ser îhtîmala lihevkirina DYA û Çînê ya li ser hin mijaran û wiha axivî: “Wê li dijî Îranê careke din destwerdanek pêk were. Dibe ku dema wê kurt be, lê wê bi bandor be. Li ser mijara ku divê Îran nebe xwediyê çekên nukleerî, DYA û Çînê li hev kiriye. Her wiha Tengava Hurmuzê ji bo Çînê gelekî girîng e û wê hewl bide bi DYAyê re hin peymanan çêbike.”
‘Divê Trump aşkera bike’
Gelawêj Ewrîn, têkildarî daxuyaniyên Trump û hewldana hin derdoran a ji bo armancgirtina Kurdan bersiveke zelal da û ev tişt anîn ziman: “Em wekî PJAK ji Trump re dibêjin ‘Tu nikarî gelê Kurd bi wê yekê sûcdar bikî ku qaşo te çek dane wan û wan jî ew çek bi kar neanîne.’ Em li ser xaka Îran û Rojhilat hene. Him di qada siyasî him jî di qada leşkerî de hêza me heye. Me ji tu hêzekê çek negirtine. Heger DYAyê çek dabin hin hêzan, bila bi eşkereyî ragihîne bê ka daye kî û kîjan partiyên siyasî. Bila kes gefan li Kurdan nexwe û nebêje ‘me çek dan we, we jî bi kar neanîn’. Wateya vê gefê ev e ku hem dixwazin Îranê li dijî Kurdan sor bikin hem jî dixwazin bawerî û pêbaweriya gelê me ya bi me re bişikînin. Gelê me dizane ku em heta îro bi hêza xwe hatine. Hêza me wê li cihê ku pêwîst bike destwerdana xwe jî bike.”
‘Mijarê şêlû nekin’
Ewrîn di dawiya axaftina xwe de bang li partiyên Kurdan jî kir û wiha domand: “Her wiha partiyên siyasî yên kurd jî heger ji DYAyê çek girtibin, bila vê yekê bi eşkereyî deynin holê. Şêlûkirina rewşê ya bi vî rengî, ne di berjewendiya tu kesî de ye. Biçûkxistina Kurdan a bi vê rêbazê jî rewşeke ku teqez nayê qebûlkirin e. Kurd li herêmê aktorekî serekî ne. Hêza wan jî heye; hêza me ya bingehîn jî gelê me ye.”













