* Hevseroka Meclîsa Gel a Wargeha Mexmûrê Filîz Bûdak da zanîn ku wargeh nêzî 7 sal in di bin ambargoyê de ye û destnîşan kir ku wargeh hem ji aliyê ewlehî ve hem jî ji aliyê jiyanî û statuyê ve bi xeteriyê re rû bi rû ye. Filîz Bûdak wiha got: “Li dijî van hemû êrişan tişta ku gelê Mexmûrê li ser lingan digire felsefeya Rêber Apo ye.”,
* Welatiyên Wanê diyar kirin ku Wan ji erdhejeke nû re ne amade ye û gotin: “Ji ber xemsariya mutehîtan, bêliyaqetiya şaredariya mezin û ji ber polîtîkayên rantê, bajêr ji erdhejê re ne amade ye. Gel bi qedera xwe re rû bi rû maye.”
* Rojnameger Îkram Balekanî şerê Amerîka û Îsraîlê yê li dijî Îranê nirxand û bal kişand ser gotinên Trump ku “Kurdan çek desteser kirine” û got: “Hevpeymaniya li Rojhilat got ne rast e me ti çek nedîtîne. Di vir de xuya dike ku Trump nekarî Kurdan bixapîne û bixe nava şer, niha dixwaze Îranê sor bike û berê wê bide ser Kurdan. Amerîka dixwaze bi awayekî Kurdan bixe nava şerekî ne diyar. Êdî baweriya Kurdan bi wan nayê. Kurd nabin siwarê kesî.”
* TJA têkildarî meşa Gemlîkê dê li avahiya HDKê ya Beyogluyê daxuyanî bide. (14:00)
* Şaredariya Esenyurtê ya bi destê qeyûmê tê rêvebirin, dixwaze li Parka Recep Tayîp Erdogan avahiya polîsan çêbike dê bi beşdariya Hevberdevka HDKê Meral Daniş Beştaş li dijî vê yekê çalakî were lidarxistin. (16:30)
Kirmanckî
* Kitabê Nuştox Cemal Taşî yo newe ‘Envanterê Qirkerdişê 1938î’ ser vejîya. Cemal Taşî kitabê xo ser marê qisey kerd û vat: “Îyê ke bê kefen û bê gonî şîyê heqîya xo, vengê înû hona ke yeno gosê mî.”












