Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê bi seroktiya Hevserokên Giştî Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan civiya. Di rojeva civînê de pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, hevdîtina heyeta DEM Partiyê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û geşedanên di rojevê de hene.
Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê bi serokatiya Hevserokên Giştî Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan, li navenda giştî ya partiyê civiya. Hat zanîn ku di civînê de pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, hevdîtina heyeta DEM Partiyê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re, şerê di navbera Amerîka, Îsraîl û Îranê de, xebatên derbarê 1ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran û plansaziya xebatên 15 rojan dê bê nîqaş kirin.
Her wiha piştî civîna Desteya Rêveberiya Navendî 4 civînên DEM Partiyê dê bi domin. Hevserokên Giştî dê di 9ê Nîsanê de bi parlamenteran re, di 10ê Nîsanê de Meclîsa Jinan û di 11-12ê Nîsanê de jî bi endamên Meclîsa Partiyê (MP) bicivin.













