Li navçeya Alaşehîrê ya Manîsayê di çalakiya Cejna Zimanê Kurdî de banga xwedîderketina li zimanê dayikê hat kirin û welatiyan bi dengbêjan re govend gerand.
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Alaşehîrê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir. Gelek welatî û hevserokên DEM Partiyê yên Manîsayê Kerem Taylan û Evîn Gunsel beşdarî pîrozbahiyê bûn. Di pîrozbahiyê de li ser girîngiya bikaranîna Kurdî û têkoşîna zimanê Kurdî rawestiyan. Di axaftinan de bal kişandin ser girîngiya parastina Kurdî û veguhastina wê ya ji bo nifşên pêşerojê.
Paşê dengbêj û hunermendên ku derketin ser dikê û stran gotin. Welatiyan li ber stranan govend gerandin.
Çalakiya ku bi beşdariyeke girseyî pêk hat, piştî gerandina govendê bi dawî bû.

















