Li navçeya Haymanaya Enqereyê 19êmîn pîrozbahiya Xidirelyaz hat lidarxistin. Hezaran welatî bi coş û kêfxweşî hatina biharê pîroz kirin.
Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Haymanayê û welatiyên Anatolyaya Navîn ên herêma Konya û Enqereyê şahiya 19emîn a Xidirelyaz a Haymanayê li gundê Belçîkhîsar a girêdayî navçeya Haymanaya Enqereyê şahî li dar xistin. Welatiyên bajarên Enqere, Konya, Kirşehîr, Çorum û navçeyên derdorê tevlî şahiyê bûn. Berdevka Kongreya Gelan a Demokratîk (HDK) Meral Daniş Beştaş, endamên saziyên sivîl û partiyên siyasî û hezaran welatî tevlî şahiyê bûn. Şahiya Xidirelyaz piştî deqeyek rêzgirtina ji bo cangoriyên aştî û demokratiyê dest pê kir.
Şahiya Xidirelyaz wek mîna pîrozbahiya hatina biharê tê pîrozkirin. Welatiyên bi zarokên xwe tevlî şahiyê bûn lîstikên galerî lîstin, xwarin çêkirin û govend gerandin. Bi hezaran welatî cil û bergên Kurdî rengên cur bi cur şahiyê xemilandin. Hunermedên Koma Anatolaya, Koma Şengal derketîn ser dikê û beşdaran coşandin. Piştre Berdevka HDKê Meral Daniş Beştaş axivî.
‘Divê statuya birêz Ocalan were diyarkirin’
Meral Daniş Beştaş diyar kir ku nîşaneya hebûna gelê Kurdên ê Anatolayaya Navîn hebûna Kurdan hêztir dike û wiha got: “Cejna Xidirelyaz cejna hatina biharê pîroz be. Tu desthilatdar nikare hebûna Kurdan bi qedexe û sirgûnan biqedine. Gelek zexm û zordarî li ser Kurdan hatin meşandin lê nîşaneya wê ya li vir parastina çand û hunara Kurdan e. Parastina wê ya zimanê Kurdî encamên bişaftinên li ser zimanê Kurdî hatin ferzkirin bê derbasdar hiştiye. Her bijî berxwedana me. Tu hêzek nikarê ziman û çanda Kurdî tune bike. Gelê Kurd bi sedan sal in derveyî makezagon û hiqûqê hatine hiştin. Îro jî rebazên bişaftinê guherîne lê awayeke din tê meşandin. Em di nav pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de ne. Pêvajo nêzî sal û nîveke berdavam dike lê ji aliyê dewletê ve tu gavên şênber nehatine avêtin. Pêvajo tê mijûlkirin gavên pêwîst nayên avêtin. Hevalên me Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş hê jî dîlgirtine. Hemû girtiyên siyasî divê bên berdan. Divê azadiya Birêz Ocalan û statuya wî ya sermûzekerevan ji aliyê hiqûqî vê bê diyarkirin. Em ê xwe bi bawer têkoşîna xwe berdewam bikin. Hebûna wê eşkerekirina serketina têkoşîna gelê Kurd e.”
Axaftina Meral Daniş Beştaş ji hêla girseyê ve bi dirûşmên ‘Bijî berxwedana Kobanê, bijî berxwedana Rojava’, ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bê Serok jiyan nabe’ û ‘Jin-Jiyan-Azadî’ ve hat qûtkirin.
Piştî axaftinan hunermed li ser dikê bi stranên xwe girseyê coşand û şahî bi govend gerandinê bidawî bû.






























