* Hevseroka KNKê Zeynep Mûrad diyar kir ku Yekitiya Neteweyî ji bo gelê Kurd pêwîstiyeke girîng e û wiha got: “Divê em li gorî derfetên dîrokî xwendineke baş û rast bikin. Divê herkes êdî berjewendiyên siyasî deyne aliyekî û em bi hev re li gorî berjewendiyên Kurdan fikreke neteweyî ava bikin. Pêwîstî bi pêngavên pratîk hene.”
* Hevserokên CDK-Fê Fevziye Erdemîrcî û Azad Dogan têkildarî pêvajoya heyî, rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, helwesta Tirkiyeyê û berpirsyariya dîrokî ya dewletên Ewropayê axivîn, diyar kirin ku azadiya Abdullah Ocalan ne tenê ji bo şexsekê lê ji bo belavbûna fikir û ramanên azad û ji bo jiyana azad a hemû gelan hewcehiyek e.
* Xizmên Windayan û Şaxên İHDa Amed, Êlih û Colemêrgê dê çalakiya xwe ya heftane ya bi daxwaza “Bila winda bên dîtin, kujer bên darizandin” li dar dixin, bidomînin. (12.00)
* Nobeta çadirê ya li Gimgimê li dijî projeya JESê hatiye destpêkirin dê di roja 28emîn de berdewam bike. (12:00-21:00)
* Koma Amed dê li Qada Fuarê ya navçeya Artûklû ya Mêrdînê konserekê li dar bixe. (19:30-20:00)








