Xizmên Windakiriyan û ÎHDê li Amed, Êlih, Colemêrt, Riha û Îzmîrê çalakiyên xwe yên heftane ên bi daxwaza “Winda bên dîtin û kujer werin darizandin” domandin û aqûbeta windakiriyan pirsîn.
Xizmên Windakiriyan û Şaxên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ê çalakiyên xwe yên heftane ên bi daxwaza “Bila winda bên dîtin, kujer werin darizandin” domandin û li aqûbeta Alî Îhsan Dagli, Ahmet Bûlmûş Sebahattin Alî, Nurettin Yedîgol, Aydin Tekay pirsîn.
AMED

Xizmên Windayan û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşûyolûyê ya navçeya Rezan a Amedê di hefteya 896emîn de çalakiya xwe ya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” li dar xistin. Xizmên windayan, endam û rêveberên ÎHDa Amedê, nûnerên saziyên sivîl û partiyên siyasî di nav de gelek kes tev li çalakiyê bûn. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Alî Îhsan Dagli yê ku 14ê Nîsana 1995an de li gundê Eşme yê navçeya Farqînê ya Amedê hate binçavkirin û di binçavan de hate windakirin hate pirsîn. Di çalakiyê de wêneyên windayan û Alî Îhsan Dagli hatin hilgirtin.
Di çalakiyê de ewilî rêveberiyê şaxa ÎHDê Yakup Guven axivî û diyar kir ku dê têkildarî vê mijarê doz vekin û got: “Bila dewlet berpirsyariya xwe bi cih bîne. Salek û nîv e li Tirkiyeyê di navbera gelê Kurd û Tirkan de pêvajoyek destpêkiriye. Ev pêvajo ji ber ku pirsgirêka gelê Kurd çareser bike dest pê kir. Di çarçoveya vê pêvajoyê de şer hat sekinandin û çek hatin danîn.”
Yakup Guven da zanîn ku PKKê xwe fesix kiriye lê dewletê ji bo Kurdan heta niha tu gav neavêtiye û wiha got: “Em li vê derê dîsa bang li dewletê dikin heta ku faîlên van kesên hatine windakirin û kuştin neyên darizandin û cenazeyê wan neyê dîtin û dewlet lêborînê nexwaze ev pirsgirêk çareser nabe. Çiqas çek hatibin danîn û şer çênebe jî kes nikare Kurdan bixapîne û bêje mafên Kurdan hatine dayîn. Heta ku ev daxwazên me neyên bi cih ne bi hefteyan dê bi salan ev berxwedana me berdewam bike.”
Pişt re endamê rêveberiya Şaxa ÎHDa Amedê çîroka Necatî Aydin xwend. Çalakî bi deqîqeyekê çalakiya rûniştinê bi dawî bû.
ÊLIH

Xizmên Windayan û rêveberên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Êlihê jî di hefteya 732emîn a çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bêne darizandin” li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li Cadeya Gulistanê li aqûbeta Ahmet Bûlmûş ê ku di 1ê Nîsana 1994an de li navçeya Cizîrê ya Şirnexê hatibû girtin û windakirin pirsîn. Di çalakiyê de rêveber û endamên ÎHDê û Xizmên Windayan û gelek kes amade bûn û wêneyên kesên ku di binçavan de hatibûn windakirin hildan. Metna daxuyaniyê ji aliyê endamê ÎHDê Alî Karadogan ve hate xwendin.
‘Cenderme û polîsan piştre dîsa çend caran êrişê malê kirin’
Alî Karadogan anî ziman ku Ahmet Bûlmûş û malbata wî li Gundê Hebler ê navçeya Cizîrê ya Şirnexê dijiyan û wiha çîroka Ahmet Bûlmûş wiha vegot: “Piştî ku gundê wan hate şewitandin, ew neçar man ku koçî navçeyê bikin. Ahmet ê ku li gund dikana wî hebû nekarî li Cizîrê dest bi karekî nû bike û ji ber rewşa xizaniyê neçar ma ku dest bi kare emeletiyê bike. Di Nîsana 1994an de ew çû cem dikana hevalê xwe Beşîr ê li Mêrdînê, ji bo ku radyoya xwe ya xerabî tamîr bike. Sê kesên çekdar ên bi ‘walkie-talkie’ ji otomobîlek Toros a spî daketin û piştî kontrolkirina nasnameya wî jê re gotin; ‘Tu yê bi me re werî.’ Wan Ahmet xistin hundirê otomobîlê û ew birin. Hevalê wî yê tamîrkarê radyoyê bû şahidê bûyerê. Çend roj şûnde Fermandarê Cendermeyan ê Demê Cemal Temîzoz ferman da ku mala Ahmet lêgerîn bikin. Lê di malê de tiştek nehate dîtin. Ji hevjîna wî Fatim re gotin; ‘Me hevjînê te bir ew mêvanê me ye, em ê di sê-çar rojan de berdin. Nîşanî me bide ka te di malê de çi veşartiye.’ Dema Fatimê got, min tiştekî veneşartiye, êrişa fîzîkî li Fatimê kirin. Cenderme û polîsan pişt re dîsa çend caran êrişê malê kirin. Di nava rojê de bombeyek destan avêtin hundirê hewşê û xesar dan malê. Piştî vê yekê, xwediyê malê malbata Bûlmûş ji malê derxist.”
‘Ew ditirsiya û gilî nekir’
Alî Karadogan axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Piştî vê bûyerê sê rojan, Fatimê bi daxwaznameyekê serî li rayedarên pêwendîdar da, lê bersivek negirt. Kesekî bi navê A. agahî da malbatê û got; ‘Em bi hev re li cem Ahmet di bin çavan de bûn. Çavên me girtî bûn, lê me bi dengê xwe hevdû nas kir. Ev şahid sê-çar sal şûnda berî ku bikaribe şahidiyê bike ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest da. Di sala 1996an de cenazeyên 6-7 kesan di bîrekê de li Silopiyayê hatin dîtin. Hevjîna Ahmet, Fatîmê ji cilên saxlem ên li ser cenazeyê serjêkirî yê di hundirê kîs de hevjînê xwe nas kir, lê ew ditirsiya û gilî nekir.”
Daxuyanî bi deqeyek rûniştinê bi dawî bû.
COLEMÊRG

Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) û Xizmên Windayan li navçeya Geverê ya Colemêrgê çalakiya xwe ya bi daxwaza “Winda werin dîtin, faîl bên darizandin” ku di hefteya 222an de ye, li Kolana Hunerê li dar xistin. Di çalakiyê de wêneyên kesên hatine windakirin hatin hilgirtin. Xizmên Windayan, parastvanên mafên mirovan tev li çalakiyê bûn. Di çalakiya vê hefteyê de faîlên Fahrettîn Şedal yê ku dema li balkona mala xwe bi keça xwe re rûniştibû hatiye kuştin, hate pirsîn. Metna daxuyanî hevseroka Şaxa ÎHDê ya Colemêrgê Sîbel Çapraz xwend.
Sibel Çapraz destnîşan kir ku di 24ê adara 2008an de Fahrettîn Şedal li şaneşîna mala xwe de li gel keça xwe rûdinişt û li sûka Geverê jî çalakî hebû. Sibel Çapraz destnîşan kir ku dema çalakiyan de polîsan bêserûber gule reşandin û got: “Di encama gulebarandinê de Şedal birîndar bû. Dema ew dibirin nexweşxaneyê otomobîla ku ew tê de bû, hate rawestandin. Her çend ew birîndar bû û xwîn jê diçû kontrola nasnameyê wî hate kirin. Li şûna ku bi lez were gihandin ji bo nexweşxaneyê, bi awayekî keyfî hate rawestandin. Piştre, li nav otomobîlê de bi qamçikên çekan hate îşkence kirin. Di dawiyê de, bi rêyên alternatîf ew birin nexweşxaneyê û şandin Nexweşxaneya Zanîngeha Vanê ya Yuzuncu Yilê. Piştî 18 rojan têkoşîna jiyanê, di 10ê Nîsana 2008an de jiyana xwe ji dest da.”
Sîbel Çaprazê ani ziman ku di van bûyeran de, yek kes jî nehat darizandin û wiha got: “Hemû daxwazên ku ji Serdozgeriya Komarê ya Geverê re hatin şandin, hatin red kirin. Dosya bi sedema ‘ne hewceyî darizandinêye’ hat girtin.”
Daxuyanî bi çalakiya runiştinê dawî bû.
RIHA

Şaxa ÎHDa Rihayê bi daxwaza “Winda werin dîtin kujer werin darizandin” çalakiya xwe ya heftane di hefteya 71emîn de domandin. Çalakî li Novado Park a li navçeya Xelîliyê hat lidarxistin. Xizmên windakiriyan û parastvanên mafên miovan tev li çalakiyê bûn. Çîroka Fahrî İnan rêveberê şaxa ÎHDê Enes Mîllî xwend.
Daxuyanî piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû.
ÎZMÎR

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmirê, çalakiya xwe ya heftane a bi daxwaza “Bila winda werin dîtin, faîl werin darizandin” li ber Sumerbanka Kevin a Konakê li dar dise domand. Hevserokê Giştî yê ÎHDê Cihan Aydın û gelek parêzvanên mafên mirovan beşdarî daxuyaniyê bûn. Di çalakiyê de pankartên “Winda wijdan e, xwedî lê derkeve” û “Winda diyar in, faîl li kuderê ne?” hatin vekirin.
Rêvebera Şaxa ÎHDê ya Îzmirê Evrim Kubilay, di daxuyaniya pirsîna çarenûsa windayan de çîrokên ên Sebahattin Alî, Nurettin Yedîgol, Aydin Tekay û Alî Îhsan Dagli vegot û bal kişand ser polîtîkaya bêcezakirinê ya dewletê.
Rêvebera Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmirê Evrim Kubîlay, çîroka nivîskar Sebahattin Ali bi bîr xist û diyar kir ku Ali di 31ê Adara 1948an de dema dixwest ji sînorê Kırklareliyê derbas bibe hat windakirin û got: “Tevî cenazeyê Sabahattîn Ali di 16ê Hezîrana 1948an de li daristanekê hat dîtin jî, radestî malbatê nehat kirin û çarenûsa wî di tariyê de ma.”
‘Yedigol di bin îşkenceyê de hat windakirin’
Evrîm Kubilay di berdewamiya daxuyaniyê de bal kişand ser aqûbeta Nurettin Yedigol ê ku di 10ê Nîsana 1981ê de hatibû binçavkirin. Kubilay destnîşan kir ku Yedîgol di dema binçavkirinê de rûbirûyê îşkenceyên giran maye û got: “Li gorî şahidiya hevalên wî, gava ew di lêpirsînê de dîtine, rût û tazî bûye, nekaribûye biaxive û di nava xwînê de bûye. Piştî vê dîtina dawî, careke din agahî jê nehat girtin. Tevî hemû serlêdanan jî rayedaran îdia kir ku ew nehatiye binçavkirin.”
‘Belge hene lê aqûbet ne diyar e’
Evrîm Kubîlay her wiha behsa dosyaya Aydin Tekay ê ku di 11ê Nîsana 1994an de li navçeya Licê ya Amedê hatibû binçavkirin jî kir. Evrîm Kubîlay diyar kir ku dayika wî Hatîce Tekay bi daxwaznameyekê serî li dozgeriyê daye û dozgeriyê jî ev serlêdan qeyd kiriye, lê tevî vê belgeyê jî aqûbeta Aydin Tekay nehat eşkerekirin û got: “Malbatê piştre bihîstiye ku Aydin Tekay di şerekî de jiyana xwe ji dest daye û radestî şaredariyê hatiye kirin, lê ev îdia tu carî bi awayekî fermî nehatin piştrastkirin.”
‘Tevî biryarên Dadgehan jî înkar berdewam e’
Evrîm Kubîlay herî dawî bal kişand ser dosyaya Alî Îhsan Dagli yê ku di 14ê Nîsana 1995an de li Amedê birîndar hatibû binçavkirin û windakirin. Kubîlay bi bîr xist ku di 11ê Îlona 1995an de di rojnameya Evrenselê de wêneyê Alî Îhsan Dagli yê ku di bin îşkenceyê de hatibû kişandin hat weşandin û wiha axivî: “Tevî ku wêneyên wî yên di binçavan de di rojnameyan de hatin weşandin jî, dewletê binçavkirina wî qebûl nekir. Sala 2007an Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ceza da Tirkiyeyê, lê hîn jî aqûbeta wî nehatiye diyar kirin.”













