* Stranbêj Şêrzat derbarê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdûllah Ocalan ve hatiye destpêkirin destnîşan kir ku pêwîst e rojek beriya rojekê azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan pêk were û wiha got: “Şert û mercên jiyana wî teqez divê bên guhertin.”
* Bazarvanên Wanê ji aboriya ku ber bi xetereyê ve diçe bi gazinc in û gotin: “Piştî şerê Îranê derî jî hatine girtin, em piştî vî şerî gelek mexdûr bûne. Mazot biha dibe, her tişt biha dibe.”
* Li navçeya Gimgimê ya Mûşê, xebatên sondajê û projeya çêkirina polîgonê dibe sedema nerazîbûna şêniyên herêmê. Welatiyan bal kişand ser metirsiya li ser ekolojiya herêmê, bertek nîşanî projeyên talana xwezayê dikin dan û gotin: “Em Gimgimî naxwazin li vir JES were çêkirin.”











